Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku divê komîsyonên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatine avakirin dest bi kar bikin û gavan biavêjin.
Tuncer Bakirhan di civîna Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Bakirhan ji bo pêvajoya çareseriyê bangî Parlamentoya Tirkiyeyê kir û got:
“Divê parlamento pêvajoyê bişopîne û astengan bixe rojeva xwe, bi aliyan re hevdîtinê bike û ji bo yasayên pêwîst gavan biavêje.”
Bakirhan diyar kir ku DEM Partî amade ye berpirsyariyê wergire û ew bangî hemû partiyan dikin ku di vê dema dîrokî de berpirsiyariyê wergirin.
“Nayê bipaşxistin”
Bakirhan ji desthilatê xwest ji bo pêvajoyê gavan biavêje û got ku bipêşxistina pêvajoya aştiyê dê rê li ber rêkeftineke “biratiya rast” veke û wiha axivî:
“Hûn li hêviyê ne ku Birêz Ocalan berpirsyariyeke wiha giran wergire, ma ne pêwîst e ku ji bo bicihanîna wê berpirsiyariyê derfet û hiqûqa pêwîst were avakirin?
Ji ber wê jî em dibêjin divê şertên karkirina azad û pêwendî û hevdîtinê werin rêkxistin. Ji bo hevdîtinên li gel aliyên pêwendîdar divê rê were vekirin.
Em jî dizanin ku Tirkiye ne li cihê du sal berî niha ye. Demên gelekî zehmet û astengên girîng hatin derbaskirin.
Êdî divê mirov ne bi tirsên berê, bi ezmûna van du salan tevbigere. Li pêşiya parlamentoyê erkek heye ku nayê bipaşxistin.
Divê Komîsyona Şopandinê ya di çarçoveya yasaya çarçoveyê de demildest were avakirin û dest bi kar bike.”


