Hewlêr (Rûdaw) - Krîza dîplomatîk a ku di navbera Enqere û Bakûyê de ji ber biryara qedexekirina hîcabê ya li dibistanên Azerbeycanê derketibû, encamên giran li ser asta burokrasiya bilind a Tirkiyeyê çêkirin.
Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Oktay Saral, ji ber daxuyaniyên xwe yên tund ên li dijî hikûmeta Azerbeycanê, bi fermana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji erkê xwe hat dûrxistin.
Ev biryara krîtîk, piştî pêwendiyeke bi rêya telefonê ya rasterast a di navbera serokên her du welatan de hate wergirtin.
Sedema krîzê çi bû?
Aloziya navbera her du welatên hevalbend piştî daxuyaniyeke tund a Oktay Saral a li ser medyaya civakî dest pê kir.
Hikûmeta Azerbeycanê di çarçoveya rêziknameyên nû yên perwerdeyê de, li dibistanan qedexeyek anîbû ser hîcabê.
Oktay Saral li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê bertekeke tund nîşanî vî biryarê da, rexneyên giran li hikûmeta Bakûyê girtin û ev gava wan wekî "astengkirina mafê perwerdeyê" bi nav kir.
Ev peyamên wî di navbera her du welatan de ku di qada navneteweyî de wekî "yek milet, du dewlet" xwe pênase dikin, bû sedema aloziyeke mezin a dîplomatîk.
Dîplomasiya bi rêya telefonê û daxwaza Bakûyê
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên fermî û medyaya Tirkiyeyê hatine wergirtin, piştî belavbûna nîqaşan, Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja 21ê Çiriya Pêşîn a 2026an bi rêya telefonê axivîn.
Di vê axaftinê de, aliyê Azerbeycanê nerazîbûna xwe ya fermî gihand Enqereyê û destnîşan kir ku daxuyaniyên Saral "midaxeleya karên navxweyî yên welatê wan" e.
Bakûyê bi fermî daxwaz kir ku ji ber van peyamên bi êrîşkarî, Oktay Saral ji erkê xwe were dûrxistin.
Erdogan jî ji bo parastina pêwendiyên stratejîk û hevalbendiya li gel Bakûyê, daxwaza Aliyev pejirand û ferman da ku Saral demildest dest ji kar berde.
Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku Azerbeycanê ji ber daxuyaniyên bi vî rengî, qedexeya geştê daniye ser 31 siyasetmedar û çalakvanên Tirkiyeyê ku di nav wan de Serokê YRPyê Fatîh Erbakan jî heye.
Saral: "Serokkomarê me wiha guncav dît"
Oktay Saral piştî biryara dûrxistinê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û piştrast kir ku wî ji ber vê krîzê îstifa kiriye.
Saralê ku nêzîkî 10 salan li ser heman erkî bû, ragihand ku nûçeya dûrxistinê 24ê Çiriya Pêşîn gihştiye ber destê wî û di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Serokkomarê me wiha guncav dît. Li ser ser û çavên me. Ev di siyasetê de tiştên asayî ne. Pirsgirêkên welatan çêdibin, bi taybetî ji ber pêwendiyên krîtîk ên bi Azerbeycanê re wergirtina hinek biryaran asayî ye. Ya ji bo me girîng serkeftina welatê me ye.”
Saral her wiha diyar kir ku ew dê bi Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê re hevdîtinê bike da ku bi fermî daxwaza efûkirina xwe (îstîfayê) pêşkêş bike.
.jpg&w=3840&q=75)


