Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Eyupsultanê Mîthat Bulent Ozmenê ji CHPyê û 12 kesên din bi biryara dadgehê hatin girtin.
Girtina wan li ser angaştên "endamtiya rêxistina sûcan", "wergirtina bertîlê" û "nelirêtiya di îhaleyan de" pêk hatiye.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Şaredariya Eyupsultanê de lêpirsînek dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de kar û barên yasayî yên kesên desteserkirî bi dawî bûn.
Piştî îfadeya li dozgeriyê ew şandin dadgehê
Li Dadgeha Enqereyê, piştî ku karê wan ê li dozgeriyê qediya, 17 kesên ku Mîthat Bulent Ozmen jî di nav wan de bû, bi daxwaza girtinê derxistin pêşberî Dadgeriya Nobedar.
Piştî rûniştina dadgehê, biryara dawî hat eşkerekirin.
Ji wan 17 kesên ku derketin pêşberî dadger, derbarê 13 kesan de (Ozmen jî di nav wan de ye) biryara girtinê hat dayîn. 4 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Hûrgilî…
“Sûc û tawanên” ku dadgehê xistine stûyê kesên girtî bi vî rengî ne:
• Serokê Şaredariya Eyupsultanê Mîthat Bulent Ozmen: Bi angaştên "nelirêtiya di îhaleyên saziyên giştî de", "wergirtina bertîlê" û "endamtiya rêxistina ku bi armanca kirina sûcan hatiye avakirin" hat girtin.
• 12 kesên din: Tenê bi angaşta "nelirêtiya di îhaleyên saziyên giştî de" biryara girtina wan hat dayîn û ew şandin girtîgehê.



