Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Manîsayê ragihand ku termên 3 karkerên din di kana madenê ya li navçeya Somayê de hatine dîtin.
Bi dîtina termên van karkeran re, hejmara karkerên ku di bûyerê de mirin derket 5an.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kana madenê bi dawî bûne.
Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de got:
"Tîmên me xwe gihand her sê karkerên me yên madenê yên ku di bin herifînê de man û mirine.”
Çi qewimîbû?
Doh nîvro li navçeya Somayê ya parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê di kaneke madenê de herifîn çêbûbû.
Di qonaxa destpêkê de hatibû ragihandin ku ji 7 karkerên di bin herifînê de mabûn 2 karker sax hatine rizgarkirin û tîm gihîştine termên 2 karkeran.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo xwe bigihînin her sê karkerên din xebatên xwe domandibûn.



