Hewlêr (Rûdaw) - Wall Street Journal ragihand ku Washington karmend û kel û pelên xwe ji Hewlêrê vediguhêze lê ji bo parastina nûnertî û baregehên xwe yên dîplomatîk, dê hinek ji hêzên Marînesê û pergalên parastinê bihêle.
Rojnameya Amerîkayî The Wall Street Journalê îro li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê raporek belav kir.
Li gorî raporê, berpirsên niha û yên berê yên Amerîkayê ragihandine:
"Beşek ji hêzên Marînesê yên Amerîkayê dê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bimînin.
Her wiha ew peymandarên ku ji bo parastina balafirên şer ên F-16 û tankên çêkirina Amerîkayê dixebitin jî dê li herêmê bimînin."
Pergala Patriotê ji Hewlêrê hat vekişandin
Wan berpirsan eşkere kir ku artêşa Amerîkayê berê pergala parastina asmanî ya Patriotê ya ku li parêzgeha Hewlêrê hatibû bicihkirin, vekişandiye.
Berpirs dibêjin, ji ber berdewamiya êrişên Îran û milîsan îhtimaleke mezin heye ku Amerîka pergalên xwe yên din ên parastina asmanî ji bo parastina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û Konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê bi kar bîne.
Peymana bi Bexdayê re
Ev vekişîna leşkerî piştî peymaneke di navbera îdareya Biden û serokwezîrê berê yê Îraqê de tê ku biryar bû hêzên Amerîkayê heta sala 2026an vekişin.
Berpirsekî payebilind ê Amerîkî di vê çarçoveyê de got:
"Amerîkayê bi zelalî ji Îraqê re ragihandiye ku gelekî girîng e ew serweriya xwe biparêzin û rê li ber êrişên milîsên ser bi Îranê yên ji nava sînorên xwe bigirin."
Şiyanên îstixbaratê dê li herêmê bimînin
Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku berpirsekî Pentagonê ragihandiye ku Amerîka dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên fermî tîne lê şiyanên îstixbarat, çavdêrî û karînên din ên li herêmê diparêze ku dikarin li Îraqê jî werin bikaranîn.
Wî berpirsê Pentagonê her wiha got ku di êrişên dawî de mûşekên menzîldirêj û dron hatine bikaranîn û ev yek nîşaneya pêşveçûneke metirsîdar a çekên wan e.
Gotinên Donald Trump û Elî Zeydî
Li ser asta serokatiyê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump meha tîrmehê di dema serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya ji bo Koşka Spî de gotibû:
"Ez bawer nakim ku êdî pêwîstiya me bi hêza leşkerî ya li wir hebe. Qehremanekî me yê gelekî baş heye, qehremanekî nû, ew ciwan e û kesekî delal e."
Alî Zeydî berê 30ê Îlona 2026an wekî dema dawî ya radestkirina çekên komên çekdar ên ser bi Îranê destnîşan kiribû û ragihandibû, "Piştî 30ê Îlonê ti hincet ji bo mana wan nîne."
Lê belê paşê ew dem heta Hezîrana 2027an dirêj kir.
Berteka Ketaîb Seyidul Şuhedayê
Rojnameya Wall Street Journalê da zanîn ku Berdevkê Ketaîb Seyidul Şuhedayê Kazim Fertûsî (ku Amerîka wê wekî rêxistineke terorê pênase dike) ev daxwaz red kiriye û gotiye, "Ev çek ji bo serwerî û azadiya me ne."
Fertûsî di hevpeyvînekê de diyar kir ku bêçekkirina bi zorê ji aliyê hikûmetê ve "rû nade."
Koma Fertûsî û komên din di wezaretan de xwedî postên bilind in û li Parlamentoya Îraqê jî xwedî bi dehan kursiyan in ku di dan û standinên piştî hilbijartinên par de di destnîşankirina Zeydî de roleke wan hebû.
Fertûsî li ser vê pêgehê got, "Hikûmet encamek e ku em di avakirina wê de beşdar bûn."



