Hewlêr (Rûdaw) - Karên avakirin û amadekirina deriyê sînor ê "Qamişlo - Nisêbînê" yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi awayekî fermî dest pê kir.
Ew derî li ser rûbereke 558 hezar metregoşeyî tê çêkirin.
Berpirsê Birêvebiriya Pêwendî û Hevkariya Navneteweyî ya Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Mazen Eloş li ser mijarê daxuyaniyek da.
Mazen Eloş ragihand ku tîmên wan ên teknîkî dest bi karên kolandin, rastkirin û amadehiyên pêwîst kiriye.
Rê û qadên xizmetguzariyê tên amadekirin
Mazen Eloş da zanîn ku armanc ew e ku rê û qadên xizmetguzarî, geştyarî û barhilgiran li deriyê sînor ê Qamişlo - Nisêbînê werin amadekirin.
Mazen Eloş eşkere kir ku ev derî dê bibe heftemîn deriyê sînor ê bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re û got:
"Qonaxa yekem a projeyê li ser rûbereke nêzîkî 558 hezar metregoşeyî tê bicihkirin. Ev qonax çêkirina qadên barkirin û daxistina kel û pelan, qadên transîtê û avahiya birêvebiriya deriyê sînorî li xwe digire.
Her wiha di vê qonaxê de holên pêşwazîkirina rêwiyan, gumrik û avahiyên mayîna karmendan jî tên çêkirin.”
“Dê bandoreke mezin li ser aboriyê bike”
Mazen Eloş amaje bi wê yekê kir ku vekirina wî deriyê stratejîk dê bandoreke mezin li ser bipêşxistina aborî û liv û tevgera bazirganiyê bike û got:
“Vekirina derî dê derfetên veguhestina transîtê ya di nav axa Sûriyeyê re zêdetir bike.
Ji aliyekî din ve dê guvaşa zêde ya li ser deriyên din kêm bibe û rê û dema derbasbûnê li ber welatî û geştyaran kurt bibe.”
Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê ragihand ku ew plana nûjenkirin û bihêzkirina jêrxana hemû deriyên sînorî yên bi welatên cîran re didomînin.
Sazî hewl dide ku xizmetguzariyên çêtir pêşkêşî rêwî û şofêrên barhilgiran bike.



