Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Teşkîlata Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ew dê roja duşemê (sibe) dest ji kar berdin.
Sendîkaya Teşkîlata Ewlehiyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku ew dê ji ber zêdebûna xwekuştina polîsan, krîza aborî û şert û mercên giran ên xebatê vê çalakiyê pêk bînin.
Di 5 rojan de 7 polîsan xwe kuştiye
Sendîkayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Sendîkaya Teşkîlata Ewlehiyê ya Tirkiyeyê bal kişand ser barê giran ê li ser milê karmendan.
Sendîkayê da zanîn ku di 5 rojên dawî de 7 polîsan dawî li jiyana xwe anî.
Her wiha hat bibîrxistin ku doh li ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn jî polîsekî xanenişîn dawî li jiyana xwe anî.
Sendîkayê li ser vê yekê got, "Êdî nayê qebûlkirin ku çav li hemberî vê tabloyê bên girtin."
Jiyana polîsan di xeteriyê de ye
Li gorî daxuyaniyê, krîza aborî, şertên giran ên xebatê, zextên derûnî (mobîng) û kêmbûna meaşên xanenişîniyê jiyana polîsan xistiye rewşeke metirsîdar.
Di daxuyaniya sendîkayê de bêdengiya desthilatê bi tundî hat rexnekirin.
Sendîkayê sedemên nerazîbûna xwe wiha rêz kirin:
"Daxwaza nîşaneya pêvek a 3600î nehatiye bicihanîn. Pirsgirêkên xebatkarên xizmetên alîkar nehatine çareserkirin û ji bo karê wekhev meaşê wekhev nehatiye dayîn.
Di maseya peymana giştî de daxwazên polîsan hatin paşguhkirin. Bi salan e 'Yasaya Pîşeyî ya Polîsan' nayê derxistin."
Hat diyarkirin ku tevî çareserî guhdarîkirina daxwazên karmendan e jî ti gavên berbiçav nehatine avêtin.
Dilgiraniya ji bo paşerojê
Her wiha hat destnîşankirin ku karmendên li ser kar di nav krîza debarê de ne û polîsên xanenişîn jî rûbirûyî şertên giran ên jiyanê bûne.
Bi taybetî karmendên ku piştî sala 2008an dest bi kar kirine gelekî dilgiran in.
Ew ji ber qanûna hejmar 5510, ji paşeroj û meaşê xanenişîniya xwe bi fikar in.
"Êdî dema bilindkirina dengê me ye"
Sendîkaya Ewlehiyê biryara çalakiya xwe ya berfireh bi vî rengî eşkere kir:
"Êdî ne dema rêzkirina pirsgirêkan e, dema bilindkirina dengê me yê hevpar e.
Ji bo ku em balê bikişînin ser windabûna canê hevalên xwe, pirsgirêkên aborî û civakî, zextên li ser kar û mafên xwe yên ku bi salan e hatine xwarin em dê dest ji kar berdin.
Em dê roja duşemê 28ê Îlonê piştî nîvro li seranserê Tirkiyeyê dest ji kar berdin."



