Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê astengkirina torên civakî berfirehtir dibe, bi hinceta “parastina ewlehiya neteweyî û pergala giştî”, bi dehan hesabên Xê yên saziyên çapemeniyê, rojnameger û akademîsyenan hatin astengkirin.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Azadiya Raderbirînê (ÎFOD) hesabên platforma nûçeyan a ‘Kisa Dalga’, rojnameger Hîlmî Hacaloglu, Razî Canîklîgîl û yek ji damezirînerên Sendîkaya Umutê (Umut-Sen) Başaran Aksu hatine girtin.
Her wiha hesabê damezirînerê Koma Lêkolînan a Enflasyonê (ENAG) Veysel Ulusoy û bi dehan nûçeyên têkildarî "krîza fonan" jî rûbirûyî heman qedexeyê bûne.
Pêla astengkirinê roj bi roj berfirehtir dibe.
Rojên borî hesabê Xê yê Yaman Akdenîzê ku yek ji damezirînerên ÎFODê ye jî bi heman hincetê hatibû astengkirin.
Di nav 2 hefteyên dawî de pêla qedexeyan gelek kes û sazî li xwe girtine.
Hesabên X û Instagramê yên gelek rêxistinên mafên mirovan, komeleyên LGBTÎ+yan, Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyeyê, Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, rojnamegerên wekî Îrfan Degîrmencî û Şîrîn Payzinê, rojnameya Evrenselê, malpera soL Haberê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) hatine astengkirin.
Ozel hişyarî da X û Instagramê: Em we dişopînin
Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel bertek nîşanî vê pêla qedexeyan da û diyar kir ku nabe nêrînên siyasî yên li ser torên civakî wekî gefekê li ser ewlehiya neteweyî bên dîtin.
Ozel hişyarî da birêvebirên platforman û got:
"Em hişyariyê didin X û Instagramê, em wan biryarên ku hûn li ser daxwazên antîdemokratîk ên partiya desthilatdar werdigirin, ji nêzîk ve dişopînin.
Ji bîr nekin ku hêza we ya li Tirkiyeyê ne ji çend kesên çavbirçî û desthilatxwaz, ji bi milyonan bikarhênerên we tê."
Ozel her wiha bangî wan platforman kir ku nebin amûrek di destê sansur û armancên siyasî yên partiyekê de.



