Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Birêvebiriya Partiya Gel a Komarî (CHP) Muslum Sari bîlançoya krîza navxweyî ya partiyê eşkere kir.
Muslum Sari ragihand ku heta niha 790 hezar endaman ji CHPyê îstifa kiriye û ji 416 şaredariyên partiyê tenê 122 şaredarî di destê wan de mane.
Berdevkê Birêvebiriya CHPyê Muslum Sari li navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê daxuyaniyek da rojnamegeran.
Sari amarên fermî yên veqetîna ji partiyê eşkere kirin.
Piştî biryara dadgehê ya bi navê "betalkirina mutleq" birêvebiriya partiyê di destê wan de ye.
Sari destnîşan kir ku ji ber operasyonên li ser şaredariyan û damezirandina Partiya NÛ, di hejmara şaredariyên wan de guherîneke berbiçav çêbûye.
Wî da zanîn ku ji 416 şaredarên wan ên ku hatibûn hilbijartin tenê 122 şaredarî di nav CHPyê de mane.
Muslum Sari ragihand ku ji van şaredariyên mayî 7 bajarên mezin, bajarek, 101 navçe û 13 şaredariyên bajarokan in.
Berdevkê CHPyê her wiha eşkere kir ku ji şaredarên ku ji partiyê veqetiyane, 38 şaredar derbasî AK Partiyê bûne.
Di nav wan de 2 şaredariyên bajarên mezin, şaredariyeke bajêr, 32 yên navçeyan û 3 yên bajarokan hene.
Muslum Sari diyar kir ku li gorî amarên di destê wan de, hejmara wan şaredarên ku îstifa kiriye û derbasî Partiya NÛ bûne gihîştiye 173yan.
Sari bal kişand ser kursiyên encumenên şaredariyan jî.
Wî got ku ji 6 hezar û 517 endamên encumenan ên ku hatibûn hilbijartin tenê 2 hezar û 453 kes di nav CHPyê de mane.
Hinek ji yên din bûne serbixwe û hinek jî derbasî AK Partî û Partiya NÛ bûne.
790 hezar endaman dest ji CHPyê berda
Berdevkê Birêvebiriya CHPyê ragihand ku windakirina herî mezin di asta endamtiyê de çêbûye.
Heta niha bi giştî 790 hezar endaman ji CHPyê îstifa kiriye û beşeke wan tevlî ti partiyeke din nebûye.
Sari her wiha anî zimên ku dê di civîna Desteya Birêvebiriya Navendî de li ser erkdarkirina serokatiya nû ya bajarê Stenbolê jî biryar bê dayîn.
Li ser pirsa derbarê nîqaşên hilbijartina pêşwext jî, Muslum Sari destnîşan kir ku ew li bendê ne ku sala 2027an hilbijartin bên kirin.
Wî red kir ku sala 2028an pêngaveke bi vî rengî qebûl bikin û got:
"Ez pêşbînî dikim ku Tirkiye sala 2027an biçe ser sindoqan û ev hilbijartin ji bo sala 2028an namîne.
Em ti hilbijartinên ku bikevin sala 2028an wekî hilbijartina pêşwext qebûl nakin.
Nabe ku mirov çend hefte beriya dema asayî biryara hilbijartinê bide û jê re bibêje hilbijartina pêşwext.
Ev yek tenê xapandina milet e û em dê ti carî vê yekê erê nekin."



