Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê 2 roj in çalakiya Dayikên Aştiyê di rojevê de ye.
Dayikên Aştiyê li bendê ne ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtinekê bikin.
Di heman demê de ew dixwazin daxwazên xwe bigihînin aliyên siyasî.
Nêzîkî 300 Dayikên Aştiyê bi şev jî li parkeke Enqereyê di nobeta aştiyê de bûn.
Bi kilam û stranan sebra xwe tînin
Li Enqereyê tevî derengiya şevê, sir û sermayê û temenê wan ê di navbera 70-80 salî de jî Dayikên Aştiyê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.
Ew di nav tariya şevê de bi kilam û stranan sebra xwe tînin.
Dayika Aştiyê Muzeyyen Butunê got, “Em dixwazin Serokkomar, Birêz Bahçelî û hemû siyasetmedar li hemberî banga Birêz Ocalan û daxwazên dayikan alîkar bin. Divê ji bo aştiya 86 milyon xelkê Tirkiyeyê alîkar bin.”
Dayika Aştiyê Ezîze Setairê jî got, “Ji bo me ne zehmet e. Heta aştî çênebe ji bo me ne zehmet e. Em ji hestiyên zarok û birayên xwe ne çêtir in.
Kezeba hemû dayikan şewitiye. Wan bira û zarokên xwe ji dest dane. Her yekê kesekî wê çûye, loma em hatine.”
Daxwaza me hemûyan yek e: Aştî û azadî
300 endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniya li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê derbasî parkeke Enqereyê bûn.
Li vê parkê hinek ji wan di bin konan de û hinek jî li derve çalakiya xwe didomînin.
Dayika Aştiyê Kadriye Yildizê got, “Heta aştî çênebe em dê li kolanan bin û em dê çalakiyên xwe bidomînin. Aştî ji me re lazim e, bila êdî dayik negirîn.”
"Em ji bo aştiyê hatine"
Dayika Aştiyê Şerîfe Oguzê jî daxwazên xwe wiha anîn zimên:
“Di nava me de nexweş jî hene, me zarokên xwe li mal hiştine. Em ji bo aştiyê hatine û em dibêjin êdî bes e.
Girtiyên ku dema cezayê wan xilas bûye, dîsa 2 sal ceza dane wan. Ew jî nexweş in û di girtîgehan de ne. Rêberê me hîn jî girtî ye, em dixwazin ew jî azad bibe.”
Dayika Aştiyê Maşallah Nasê bal kişand ser êşa hemû dayikan û got:
“Dayikên leşker û polîsan jî hene, ew jî dibêjin me zarokên xwe winda kirine. Me jî zarokên xwe winda kirine. Çi dibe bila bibe em dîsa jî azadî û aştiyê dixwazin.”
Dayikên Aştiyê dê hewl bidin daxwazên xwe bigihînin siyasetmedaran.
Ew dixwazin pêvajo bi lez biçe serî û girtî werin berdan.
Her wiha ew ji bo vegera gerîlayên PKKyê qanûnên pêwîst û azadiya Ocalan dixwazin.


