Hewlêr (Rûdaw) - Kemal Kiliçdaroglu li ser îstifakirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ew bi temamî piştgiriyê dide nirxandinên Mansur Yavaş ên li ser dilsoziya bi îradeya dengderan.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara dadgehê vegeriyabû serokatiya partiyê, li ser biryara veqetîna Mansur Yavaş a ji CHPyê daxuyaniyek da.
Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Mansur Yavaş siyasetmedarekî biqîmet e ku ji aliyê wî ve tevlî Partiya Gel a Komarî hatibû kirin.
Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe de cih da gotinên Mansur Yavaş ên di dema îstifakirinê de û wiha pê de çû:
"Birêz Mansur Yavaş di daxuyaniya xwe ya ji bo raya giştî de ev gotin bi kar anîbûn:
'Mirov dema diçin ser sindoqan tenê deng nadin navekî, di heman demê de deng didin îradeyeke siyasî jî.
Ji ber vê sedemê min tunehesibandina îradeya dengderan û birina wan meqamên ku bi dengê wan hatine bidestxistin ji bo wan navnîşanên siyasî yên ku dengderan nepejirandine rast nedît û îro jî rast nabînim.
Dilsoziya bi îradeya dengderan, namûsa siyasetê ye.'
Em jî wekî xwe bi temamî tevlî van nirxandinên Birêz Mansur Yavaş dibin."



.jpg&w=3840&q=75)