Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş ragihand ku wî ji CHPyê îstifa kiriye.
Yavaş her wiha da zanîn ku ew dê ji niha û pê ve jiyana xwe ya siyasî wekî siyasetmedarekî serbixwe bidomîne.
Mansur Yavaş biryara îstifakirina xwe li ser hesabê xwe yê Xê ragihand.
Yavaş di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wan nîqaşên hiqûqî û siyasî yên ku ji 19ê Adarê ve di nav partiyê de berdewam dikin û diyar kir ku "ji ber hinek daxuyaniyên ku îro hatine dayîn" wî biryara îstifayê daye.
Yavaş di peyama de destnîşan kir ku ew ti carî nebûye sedema şermezarkirina CHPyê û hilbijêrên wê.
Berovajî vê yekê, wî diyar kir ku wan li Enqereyê nîşan daye ku bêyî cudakariyê, bi awayekî şefaf û bi pereyê gel xizmeta gel çawa tê kirin.
Yavaş behsa serboriya xwe ya wekî Şaredarê Enqereyê yê CHPyê wiha pênase kir:
“Eger li jor, di nav siyaseta jorîn de yekîtî çênebe jî, dema gel bixwaze dikare li jêr û di nav raya giştî de vê yekîtiyê pêk bîne. Me ev yek li Enqereyê pêk anî.”
Yavaş her wiha derbarê girîngiya vîna hilbijêran jî peyamek da û got:
“Rast nîne ku mirov vîna hilbijêrên xwe tune bihesibîne û wan meqamên ku bi dengê wan hatine bidestxistin, bibe navnîşanên siyasî yên din. Dilsoziya bi vîna hilbijêran namûsa siyasetê ye.”
Yavaş di dawiyê de spasiya hemû hevalên xwe yên di nav CHPyê de kir ku di sê serdemên hilbijartinê de bi wî re xebitîne.
Çi bûbû?
Piştî ku bi biryara dadgehê Kemal Kiliçdaroglu wekî Serokê Giştî yê CHPyê hate wezîfedarkirin, birêvebiriya partiyê daxwaza civîna awarte kir lê ev daxwaz nehate pejirandin.
Li ser vê yekê, bi pêşengiya Ozgur Ozel zêdetirî 100 parlamenter û gelek şaredarên CHPyê îstifa kir û wan "Partiya Nû" ava kir.
Lê belê di vê pêvajoyê de Mansur Yavaş di nav CHPyê de mabû û derbasî Partiya NÛ nebûbû.
Berteka Partiya NÛ: Mirov pê serbilind dibe
Li ser îstifaya Mansur Yavaş Alîkarê Serokê Koma Partiya NÛyê Murat Emîr li Parlamentoyê bersiva pirsên rojnamegeran da.
Emîr bi daxuyaniyeke kurt pesnê Yavaş da û wiha got:
“Birêz Mansur Yavaş şaredarekî wisa ye ku ne tenê em, 86 milyon welatî bi wî serbilind in.
Ew bi xizmet, duristî û şaredariya xwe ya ji bo gel derketiye pêş. Ev biryara wî bi xwe ye, em rêzê lê digirin.”
CHP: Em dê rêya xwe bidomînin, kes ji partiyê mezintir nîne
Berdevkê CHPyê Muslum Sari jî ji Ajansa Nûçeyan a ANKAyê re axivî.
Sari ragihand ku ew wekî partî ji Yavaş re serkeftinê dixwazin û wiha pê de çû:
“Bila xêr û bereketa xwe bibîne. Me dixwest ku ew di nav nasnameya sazûmanî ya CHPyê de siyaseta xwe bidomîne. Ev îstifa biryareke hiqûqî ya yekalî ye.”
Sari destnîşan kir ku bingeha sereke CHP bi xwe ye, mirov û meqam tên û diçin lê partî li cihê xwe dimîne û rêya xwe didomîne.
Berdevkê CHPyê derbarê îhtîmala namzediya Yavaş a ji bo serokkomariyê jî got ku hîn zû ye, pêvajoyeke dirêj heye û Yavaş bi xwe jî hîn vîneke wiha nîşan nedaye.
Sari her wiha anî ziman ku Kemal Kiliçdaroglu jî xwediyê heman nêrînan e û ji Mansur Yavaş re serkeftin xwestiye.

.jpg&w=3840&q=75)

