Hewlêr (Rûdaw) - Danny Danon zêdebûna hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê rexne kir û hişyarî da ku rê nayê dayîn axa Sûriyeyê wekî qadeke leşkerî ya li dijî Îsraîlê were bikaranîn.
Balyozê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Danny Danon di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûriyeyê de nexşeyeke Sûriyeyê nîşan da.
Danon diyar kir ku qada ewlehiyê ya Îsraîlê tenê nêzîkî ji sedî 0,1ê axa Sûriyeyê ye lê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li ser ji sedî 5ê vî welatî belav dibe ku ev rêje 50 qatî qada Îsraîlê ye.
Danny Danon li ser berfirehbûna leşkerî ya Tirkiyeyê got:
"Tirkiye li ser şopa komên bi wekalet ên Îranê dimeşe.
Pêgeha xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kûr dike, baregehan ava dike û bandora xwe zêde dike.
Eger serweriya Sûriyeyê bi rastî ji bo civaka navneteweyî girîng be, nabe ku pîvaneke cuda ji bo Îsraîlê û yek jî ji bo Tirkiyeyê hebe."
‘Ebû Zuhûr xeta me ya sor bû’
Danon her wiha qala hewla Tirkiyeyê ya kontrolkirina Baregeha Asmanî ya Ebû Zuhûrê kir û destnîşan kir ku wan li ser vê mijarê peyameke zelal daye Sûriyeyê.
Danon li ser vê mijarê wiha peyivî:
"Me ji Sûriyeyê xwest ku rê li ber kontrolkirina Baregeha Asmanî ya Ebû Zuhûrê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bigire.
Ew xeta me ya sor bû. Dema Sûriyeyê guh neda wê peyamê, me bi rêyeke din peyama xwe gihandê.
Îsraîl nahêle axa Sûriyeyê bibe baregeha gefan a li dijî me."
Balyozê Îsraîlê bangî Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî kir û got:
"Dema ku Îsraîl ji bo parastina xwe gavan diavêje, ev Konsey bilez wê şermezar dike lê gava Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî li nava Sûriyeyê zêde dike hûn bêdeng dimînin.
Hêrsa we ne jidil e û bêdengiya we jî durûtiyê nîşan dide."

