Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Bejahî yê Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemed Keremî ragihand ku ew dê bersiveke xurt bidin “hesabên şaş” ên ku Amerîka li herêmê bike.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Keremî çûye giravên Îranê yên li Kendava Besreyê û li wê derê li ser aloziyên bi Amerîkayê re axiviye.
Li gorî daxuyaniyê, Keremî gotiye “Hêzên Çekdar ên Îranê dê li qadê bersiveke xurt bidin hemû hesabên şaş ên dijmin (Amerîka).”
Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku Tehranê ji bo peymanekê rasterast pêwendî bi wan re daniye û gotibû:
"Ez hêvî dikim ku em ber bi dawiya şer ve diçin."


