Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ew tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav saziyên dewleta Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û çavdêriya pêkanîna wê ya li qadê dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çûbû Şamê û bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re nêzîkî 2 demjimêran civiyabû.
Hakan Fîdan piştî vê serdana xwe ya du rojî ji rojnamegeran re axivî.
Fîdan diyar kir ku mayîna wan a şevê ya li Şamê nîşana asayîbûna jiyanê ye.
Wî her wiha anî zimên ku derxistina Sûriyeyê ya ji lîsteya ceza û terorê bi temamî rê li ber veberhênanên aborî vekiriye.
"Em pêvajoya tevlîbûna HSDyê ji nêzîk ve dişopînin"
Hakan Fîdan li ser pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav artêş û saziyên dewleta Sûriyeyê jî axivî û got:
"Niha ew mijarên ku di prensîbê de hatine ragihandin peyamên erênî ne. Em ji nêzîk ve dişopînin ka pêvajo dê di pratîkê de çawa bi pêş ve biçe.
Em li bendê ne ku pêkanîna li ser erdê û peyamên ku ji raya giştî re hatine dayîn wekî hev bin. Em gefên heyî û rêya ku divê em lê bimeşin dizanin."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bi bîr xist ku piştî rûxîna rejîma berê (8ê Kanûna Pêşîn) li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got:
"Di serî de pirsgirêka terorê, gelek pirsgirêkên ku 40-50 sal in li ber me bûbûn asteng, di bingehê de ji ber Sûriye û Îraqê bûn.
Lê di vê mijarê de erkê me bi dawî nebûye. Em dê xebat û hewldanên xwe bidomînin."
Pêvajoya çareseriyê û nasnameya Kurdan
Hakan Fîdan amaje bi pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî da û got:
"Ragihandina rêxistinê ya ji bo danîna çekan, di nav civakê de dilxweşiyeke mezin çêkiriye. Jixwe ev 5-6 sal in ti mijareke çekdarî li holê nîne.
Lê bidawîbûna vê yekê ya bi awayekî mayînde, dê bibe sedem ku veberhênanên mezin bêyî tirs werin herêmê."
Fîdan behsa wan kar û reforman kir ku di serdema AK Partiyê de derbarê nasnameya Kurdan de hatine kirin û anî zimên:
"Xelk bi taybetî girîngiyê dide wê yekê ku tunehesibandina nasnameyê bi AK Partiyê re ji holê rabûye.
Piştî ku bi Pakêta Demokratîkbûnê ya Îlona 2013an li Tirkiyeyê rê li ber dersên vebijêrkî yên Kurdî hat vekirin, pirsgirêka tunehesibandina nasnameya Kurdan hat çareserkirin."
"Divê welatên herêmê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku li hemberî rola Îsraîlê ya li herêmê, ew bi welatên cîran re jî di nav hevkariyekê de ne da ku herêmeke aramtir ava bibe.
Fîdan destnîşan kir ku nabe welatên herêmê wekî berê li benda hêzên hegemon bimînin û divê bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin.



