Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê angaşt kir ku wan balafireke şer a F-15 a Erebistana Siûdî xistiye xwarê.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî bi rêya daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan li asmanê parêzgeha Maribê balafireke şer a F-15 a Siûdiyê bi mûşekeke "ji erdê ber bi hewayê ve" xistiye ku ev mûşek berhema wan bi xwe ye.
Serî her wiha angaşt kir ku balafirên din ên şer ên cureyên F-15 û Typhoon ên ku ji bo lêgerîna li bermayiyên balafira xistî hatibûn herêmê jî bûne armanca mûşekên wan û neçar mane ku ji herêmê vekişin.
Serî da zanîn ku hefteya borî bi beşdariya balafirên F-15 û Typhoon ên Siûdiyê li parêzgehên Yemenê yên Taîz, Lahîc, Cewf, Hece, Marib, Sede û Beydayê herî kêm 450 êrişên asmanî hatine kirin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan ragihand ku asmanê Yemenê dê li hemberî her cure binpêkirin an êrişan girtî bimîne.
Daxuyaniya Hûsiyan a derbarê Mekeyê
Serî her wiha destnîşan kir ku ew nûçeyên ku dibêjin wan êrişî Mekeyê kiriye bê bingeh in.
Serî diyar kir ku wan li Erebistana Siûdî tenê tesîsên petrolê û baregehên leşkerî kirine armanc û got ku ew stratejiyekê dişopînin ku bi temamî dûrî cihên pîroz e.



