Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê mînîbuseke
veguhastinê li zarokekî 6 salî xist û ew zarok mir.
Bûyer doh êvarê li Kolana 9an a Taxa Namik Kemalê qewimî.
Hat ragihandin ku zarokê 6 salî dema li kêleka dayîka xwe
bû, ji nişka ve derketiye ser rê û mînîbuseke veguhastinê ya bi plakaya 34 LZY
901 lê xistiye.
Piştî agahdarkirina şahidên bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê
çûne cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku zarok li cihê bûyerê miriye.
Polîsan piştî bûyerê ajokarê wesayîtê desteser kir.
Tîmên tenduristiyê piştî temambûna lêkolîna li cihê bûyerê,
termê zarok bir morga nexweşxaneyê.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.



