Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî eşkere kir ku li Girava Îmraliyê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan "vîlla" nehatiye çêkirin lê di nav girtîgehê de xaniyekî 250 metre çarqoşeyî hatiye çêkirin.
Devlet Bahçelî ji rojnameger Ceyhun Bozkurtê re axivî.
Wî qala nîqaşên "vîlla"yê kir ku bi daxuyaniyên rojnameger Nagehan Alçiyê ketibûn rojevê.
"Tiştekî bi navê vîllayê nîne"
Bahçelî diyar kir ku Ocalan 26 sal in di girtîgehê de ye û temenê wî mezin bûye.
Wî armanca avahiya nû bi van gotinan eşkere kir:
"Demên borî rojnameger Nagehan Alçiyê hatibû serdanê. Ji gotinên xanimê şîroveyeke bi rengê 'vîlla'yê derxistin.
Tiştekî bi navê vîllayê nîne. Xaniyekî 250 metre çarqoşeyî hatiye çêkirin. Jixwe ev xanî di nav kampusa girtîgehê de ye.
Giravek e ku her çar aliyên wê bi avê dorpêçkirî ye. Abdullah Ocalan jixwe 26 sal in di girtîgehê de ye. Temenê wî mezin bûye."
"Bila bi rojnamegeran re jî rûne"
Serokê Giştî yê MHPyê behsafesixkirina PKKyê kir û wiha domand:
"Di vê pêvajoyê de girîng e ku rêxistinê fesix bike. Daxuyaniya wî ya sala 2025an û daxuyaniya wî ya Sibata 2026an ji hev ne cuda ne.
Girîng e ku di xala nehiştina rêxistinê de li pişt vê pêvajoyê be. Di vê navberê de xaniyek hat çêkirin.
Ev xanî ji bo ku hevdîtinên xwe bike û peyamên xwe bide hat çêkirin. Gava ku pêwîst bike bila bi rojnamegeran re jî hevdîtinê bike.
Divê ev derfet werin dayîn û dê werin dayîn jî."
Bahçelî di dawiyê de got ku pêşniyara wî ya "Koordînatoriya Siyasîbûna Pêvajoya Aştiyê" ya ku wî berê li ser pêvajoya Îmraliyê anîbû zimên, hîn jî derbasdar e.



