Hewlêr (Rûdaw) - Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebistana Siûdî ragihand ku Hêzên Parastina Asmanî yên Siûdiyê balafireke bêmirov (dron) a ku hewl dida bikeve qada asmanî ya Mekeyê îmha kiriye.
Berdevkê Koalîsyona Ereban Tirkî Malikî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Malikî diyar kir ku doh derdora demjimêr 18:50î Hêzên Parastina Asmanî drona ku ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avêtin, berî ku bikeve asmanê qedexekirî yê Mekeyê destnîşan kiriye.
"Hewldana duyem a li hemberî Mekeyê ye"
Malikî da zanîn ku ew dron li başûrê bajarê Mekeyê hatiye astengkirin û îmhakirin û li pey çû:
"Ev hewldana dijminane û terorîstî, piştî êrişa bi mûşeka balîstîk a 27ê Tîrmeha 2017an hewldana duyem e ku Meke tê de dibe armanc.
Hedefgirtina axa pîroz a ku cihê wehiyê ye û bi milyonan Misilmanan jê hez dikin, tevgereke şermezariyê ye.
Ev kiryara ku bi zanebûn hestên bi milyonan Misilmanan provoke dike, dê di qeyda reş a binpêkirinên Hûsiyan de wekî lekeyeke şermê bimîne."
“Ewlehiya heciyan xeta sor e”
Malikî got ku ewlehiya heciyan "xeta sor" e û anî zimên:
"Fermandariya Hêzên Koalîsyonê dê di wergirtina hemû tedbîrên pêwîst û bibiryar de li hemberî van tevgerên dijminane û terorîstî yên Hûsiyan dudilî nebe."
Hûsî çi dibêjin?
Hûsiyan doh gotibû ew angaşt derew in ku dibêjin cihên pîroz ên li Erebistana Siûdî û bi taybetî Meke rûbirûyî gefeke ji aliyê Yemenê ne.
Li gorî nûçeya televîzyona El-Mesîreyê ya girêdayî Hûsiyan, çavkaniyeke leşkerî ye li Senaya di bin kontrola Hûsiyan de diyar kiriye ku ji aliyê Yemenê li ser Mekeyê ti gef nînin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku angaştên li ser hedefgirtina Meke û cihên pîroz rastiyê nîşan nadin.


