Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê otobuseke rêwiyan a ku ji Amedê diçû Stenbolê li ser rêyê qeza kir, 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Stenbolê, qeza êvara yekşemê li ser Otobana Marmaraya Bakur û li nêzîkî Gişeyên Işiklarê qewimî.
Otobusa ku seferên Amed-Stenbolê dikir, ji ber ku şofêr kontrola dîreksiyonê ji dest da, li bariyeran xist û qulibî.
Piştî qelibînê agir bi otobusê ket û di demeke kurt de pêtên agir bi her aliyê otobusê ve meşiyan.
Otobus bi temamî şewitî
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên agirvemirandinê, tîmên parastina sivîlan, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman bi lez agir vemirand lê belê otobus bi temamî şewitî û bû xwelî.
Parêzgariya Stenbolê li ser bûyerê ragihand ku 2 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne ku rewşa birîndarekî giran e.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.
Hêzên ewlehiyê li ser qezayê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.



