Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Navenda Ragihandinê ya DEM Partiyê ragihand ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Ozgur Faîk Erol îro ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketine.
Tê pêşbînîkirin ku Şandeya Îmraliyê bi Ocalan re pêşhatên dawî yên li ser pêvajoya çareseriyê, mekanîzmayên kar ên desteyên ragihandî û rola Ocalan a di qonaxa nû de gotûbêj bike.
Her wiha tê çaverêkirin ku piştî hevdîtinê li ser naveroka civînê daxuyaniyeke nivîskî were belavkirin.
Şandeya Îmraliyê herî dawî 2yê Tebaxê çûbû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek pêk anîbû.
Ev serdana nû ya Îmraliyê piştî civîna li Koşka Serokkomariyê tê kirin.
Şandeya Îmraliyê 13ê Tebaxê li Koşka Serokkomariyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala re li ser pêvajoyê civîneke berfireh li dar xistibû.
Piştî wê civînê, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar destnîşan kiribû ku ji bo şopandina gavên şênber ên piştî yasaya pêvajoyê û zelalkirina nexşerêya danîna çekan, pêdiviya wan bi hevdîtineke rû bi rû ya bi Abdullah Ocalan re heye.



