Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Nagehan Alçiyê got, “Li Îmraliyê xaniyekî nû ji bo Ocalan hatiye çêkirin lê heta pêgeha wî neyê diyarkirin Ocalan qebûl nake ku biçe nav wî xaniyî”
Rojnameger Nagehan Alçiyê ji zarê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî agahiyên nû yên li ser Abdullah Ocalan ji Rûdawê re eşkere kirin
Li Îmraliyê xaniyê nû hatiye çêkirin
Nagehanê Alçiyê ragihand ku hevdîtineke wê ya taybet bi Devlet Bahçelî re çêbûye.
Bi gotina wê Bahçelî hinek agahî li ser rewşa Ocalan dane wê.
Nagehan Alçiyê li ser zarê Bahçelî got:
"Li nav Îmraliyê avahiyek bi şêwazê xaniyekî hatiye çêkirin. Birêz Bahçelî ji min re got, baxçeyekî wî xaniyî heye û şertên jiyaneke asayî tê de hene û karên wî temam bûne.
Lê Bahçelî got ku Abdullah Ocalan qebûl nake biçe wî xaniyî û li wir bi cih bibe."
Li benda diyarkirina pêgeha xwe ye
Alçiyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema wê pirsa sedemê kiriye, Bahçelî wisa bersiv daye:
"Ew li benda diyarkirina pêgeha xwe ye. Piştî ku mercên wî bên pesendkirin dê wê demê biçe wî xaniyî."
Nagehan Alçiyê amaje bi wê yekê jî kir ku wê piştî van agahiyan, ji bo wergirtina agaiyên zêdetir pirs ji hinek çavkaniyên nav DEM Partiyê kirine.
Bi gotina wê çavkaniyan ji wê re wisa gotiye:
"Niha ji bo qalkirina van mijaran gelekî zû ye. Yanî vekirina deriyê Îmraliyê û ka dê kî biçe wê derê, di vê qonaxê de tiştekî wisa nîne.
Pêwîst e rê li ber hinek mijarên hestiyar bê girtin çimkî pêvajoya aştiyê li ser zemîneke gelekî nazik bi rê ve diçe."
Li gorî gotina Nagehan Alçiyê, mercê Abdullah Ocalan ew e, ew komîteya ku biryar e li gorî yasaya piştgiriya niştimanî were avakirin û ew bi xwe serokatiya wê bike, dest bi karên xwe bike.
Ew yasa bi dengê 470 parlamenteran hatibû pesendkirin.
Alçiyê li ser mecan jî wiha got, “Beriya her tiştî, divê ji aliyê dewletê ve çekdanîna PKKyê were piştrastkirin.
Piştî wê, Meclisa Asayîşa Niştimanî ya Tirkiyeyê biryara dawî li ser vê mijarê dide. Paşê Yasaya Çarçoveyê qonax bi qonax tê bicihkirin û komîte jî çalak dibin."
Dixwaze komîteyeke biçûk pê re bixebite
Rojnamegera Tirk agahiyeke din eşkere kir ku ji DEM Partiyê wergirtiye û got:
"Abdullah Ocalan ji bo çalakkirina wê komîteyê, daxwaza sekreteriyekê yan jî komîteyeke biçûk dike da ku bi wî re bixebite.
Ev jî tê wê wateyê ku dê çend kes di nav hevahengiyekê de bi Ocalan re bixebitin.
Dibe ku ev kes ji nav DEM Partiyê, baskê Ewropayê yan jî ji Tevgera Jinan bin.
Sekreteriyek ku nûçe û hevsengiyên derve bigihîne Ocalan, bîr û ramanan bi hev re biguherînin û di heman demê de Ocalan jî karibe fermanan bide wan."
Nagehan Alçiyê amaje bi wêyekê kir ku Ocalan ne li dijî wî xaniyî ye û got:
"Abdullah Ocalan dibêje, 'Pêşî bila ez pêgeha xwe wergirim. Di vê pêvajoyê de nav û nîşanekê bidin min, paşê ez dê biçim nav wî xaniyî.' Yanî em fêhm dikin ku ev xanî bi agahdariya dewletê û ya Abdullah Ocalan hatiye çêkirin."
Hevdîtina dawî di vî xaniyî de çêbûye
Alçiyê di dawiyê de agahiyeke din eşkere kir û got:
"Agahiyeke din a ku ji aliyê DEM Partiyê ve gihîştiye min ew e ku ez wisa difikirim hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê di nav vî xaniyî de hatiye kirin.
Cengîz Çandarê ku yek ji navên navdar ên DEM Partiyê ye jî heman agahî belav kiribû."


.webp&w=3840&q=75)