Hewlêr (Rûdaw) - Malbata gerîlayekê ku ji bo beşdarbûna şîna keça xwe ya gerîla ji Manîsayê diçû Şirnexê qeza kir.
Di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza li navçeya Kulayê ya parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê çêbû.
Li gorî agahiyan, malbata Osluyan ji bo beşdarbûna şîna keça xwe Binevş Osluyê (Arîn Goyî) bi rê ketibû.
Binevş Osluyê di şerê bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest dabû.
Malbat, ji Manîsayê ber bi navçeya Qilabanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve diçû.
Di dema rêwîtiyê de otomobîla malbatê ji kontrolê derket û qulibî.
Di vê qezaya dijwar de birayê Binevş Osluyê Ramazan Oslu li cihê qezayê canê xwe ji dest da.
Rewşa birîndarekî giran e
Di heman otomobîlê de 4 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Tîman birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku rewşa birîndarekî giran e û dermankirina wan didome.
Şînên li Bakurê Kurdistanê
Van hefteyên dawî li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê şîn tên danîn.
Ev şîn ji bo gerîlayên PKKyê yên ku di şer salên borî de canê xwe ji dest daye tên lidarxistin.
Malbat bi taybetî li parêzgehên wekî Şirnex, Amed û Mêrdînê şînan datînin.
Ji ber vê yekê, gelek xizm û nasên wan malbatan ên ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dijîn berê xwe didin Bakurê Kurdistanê.

.webp&w=3840&q=75)

