Hewlêr (Rûdaw) - Nagehan Alçiyê ragihand ku Devlet Bahçelî jê re gotiye ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan xaniyek hatiye çêkirin.
Rojnameger Nagehan Alçiyê da zanîn ku Ocalan derbasbûna nav wî xaniyî red kiriye ji ber ku ew statuyê dixwaze.
Nagehan Alçiyê li ser kanala xwe ya YouTubeyê hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re parve kirin ku li Navenda Giştî ya MHPyê pêk hatibû.
Alçiyê diyar kir ku Bahçelî di hevdîtinê de li ser pêvajoyê û rewşa Îmraliyê agahiyên balkêş dane wê.
Mijara çêkirina xaniyekî ji bo Abdullah Ocalan piştî destpêkirina pêvajoyê ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê di rojevê de ye.
Nagehan Alçiyê diyar kir ku wê û Bahçelî di hevdîtinê de qala vê mijarê kiriye û Bahçelî jê re piştrast kiriye ku li Îmraliyê ji bo Ocalan xaniyek hatiye çêkirin lê Ocalan çûyîna nav wî xaniyî qebûl nekiriye.
Alçiyê li ser vê diyaloga xwe ya bi Serokê MHPyê re wiha got:
“Wî (Devlet Bahçelî) got ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan xaniyek hatiye çêkirin.
Cihek e ku li ber deriyê wî baxçe heye, şert û mercên mirovî yên jiyanê pêşkêş dike û xwedî rehetiya xaniyekî ye.
Got ku di nav vî xaniyî de ew dikare li gorî jiyana asayî bijî lê wî destnîşan kir ku Ocalan heta niha derbasbûna nav vî xaniyî red kiriye.
Dema min jê pirsî 'çima?', wî got: 'Ji ber ku statuyê dixwaze'.”
Mijara şert û mercên jiyan, xebat û pêwendiya azad ên Abdullah Ocalan ên li Girava Îmraliyê, bi taybetî piştî destpêkirina qonaxa nû ya pêvajoyê ya li Tirkiyeyê di rojeva siyasî de cihekî berfireh digire.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar jî rojên borî di civîna bi rojnamegeran re de ragihandibû ku agahiyên li ser derbasbûna Ocalan a cihekî nû rastiyê nîşan nadin.
Sancar dabû zanîn ku Ocalan jiyana xwe li heman cihê berê didomîne û tenê hevdîtin li saloneke berfirehtir tên kirin.


