Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump doh bi şev ragihand ku ew dê êdî ji Tengava Hurmizê re bibêjin "Tengava Trump."
Trump li ser şerê li gel Îranê jî got ku ew "bi ser dikevin."
Donald Trump li bajarê Dallasê yê eyaleta Teksasê di kongreyeke Partiya Komarparêz de axivî.
Trump li ser bihayê petrolê û şerê li gel Îranê got:
“Gava em di şerê bi Îranê re bi ser ketin dê bihayê petrolê dakeve. Ev şer niha jî didome. Em dê di vî şerî de bi ser bikevin.”
Em dê ji Tengava Hurmizê re bibêjin “Tengava Trump”
Trump diyar kir ku ew di şer de bi ser dikevin û got:
“Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye. Ez bawer im divê em ji Tengava Hurmizê re bibêjin 'Tengava Trump'. Divê ez jê tiştekî bi dest bixim. Tengava Trump.”
Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku ew dê di demeke nêzîk de daxuyaniyekê bide û pê de çû:
"Jin û mêrno, ez dê daxuyaniyekê bidim. Em dê navê wê bikin Tengava Trump. Ez bawer im ku desthilata Îranê dê bi vê yekê gelekî kêfxweş bibe.”
Trump anî zimên ku Îran "dirûxe" û got:
"Ew 51 sal in zordarên Rojhilata Navîn in lê êdî ew ne zordar in."
Hişyariya li ser çeka nukleer
Trump hişyarî da ku dibe ku Amerîka "Çiyayê Qulengê" yê Îranê bike hedef.
Wî sedema vê yekê bi gotinên "ji ber ku kesekî got li wê derê tevgereke biçûk heye" rave kir.
Trump angaşt kir ku hayê Amerîkayê ji hemû liv û tevgerên li wê herêmê heye û got, "Em baş dizanin bê ma çi diqewime" û wiha berdewam kir:
"Ez şîretan li Îranê dikim ku ji hedê xwe dernekevin çimkî eger na em dê bi tundî li wan bixin. Wekî din ti çareya me tune, rast e?
Em nikarin rê bidin ku Îran bibe xwediya çeka nukleer. Ev gelekî hêsan e."
Aloziyên li herêmê didomin
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de hatin ku aloziyên navbera Îran û Amerîkayê yên li ser Tengava Hurmizê pir bûne.
Her du aliyan meha hezîranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê peymanek îmze kiribû.
Tê payîn ku ev yek bibe destpêka peymaneke aştiyê ya berfirehtir lê alozî hîn jî dewam dikin.


