Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser sînorê Sûriyeyê got, "Em pabend in ku rejîma terorê ya li Îranê têk bibin û em dê vê yekê bikin."
Benjamin Netanyahu her wiha ragihand, "Em dê rê nedin ku ti artêşa terorê li ser sînorê me bi cih bibe."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çû sînorê Sûriyeyê û ji lûtkeya Çiyayê Hermonê (Çiyayê Şêx) li Sûriyeyê nêrî û peyamên xurt dan.
Benjamin Netanyahu got, "Di şeva Sersalê de (Sersala Cihûyan - Rosh Hashanah), em li lûtkeya Hermonê ne, taca Hermonê.
Şam li vir e, Libnan li wir e û Girên Golanê yên Sûriyeyê li wê derê ne.
Em tevahiya herêmê ji taca Hermonê heta Yermûkê û ji vir heta Deryaya Spî kontrol dikin.
Ev kontroleke mutleq e ku berê ti carî nehatiye dîtin."
Netanyahu her wiha anî zimên, "Em dê rê nedin ku ti artêşa terorê li ser sînorê me bi cih bibe.
Ev yek ji destkeftiyên herî mezin e ku me di Şerê Vejînê de bi dest xistiye."
Netanyahu li ser Îranê jî axivî û got, “Hîn li van lûtkeyan kar heye ku bê kirin.
Karê sereke têkbirina rejîma terorê ya li Îranê ye. Em gelekî nêzîkî vê ne.
Em dizanin ku dê tevahiya eksenê di dawiyê de hilweşe."
Serokwezîrê Îsraîlê beriya ku dawî li axaftina xwe bîne sersal li welatiyên Îsraîlê û leşkerên wan pîroz kir.
Wezîrê Parastinê û berpirsên leşkerî pê re bûn
Di geşta wî de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz û Alîkarê Sererkan Tamir Yadai jî bi Netanyahu re bûn.
Wî li herêmê ji Fermandarê Herêma Bakur Rafi Milo û Fermandarê Lîwaya 210an Yair Peli agahî wergirtin.
Israel Katz li ser aloziyên bi Sûriyeyê re axivî û got:
"Em peyameke gelekî xurt û zelal didin Serokkomarê Sûriyeyê yê ku 35 kîlometreyan li jêr di qesra Şamê de rûniştiye.
Em li vir li Çiyayê Hermonê ne, em li herêma ewlehiyê ne û em ji vir naçin.
Em dê li hemberî gefên her hêmana cîhadî ya li vî aliyê sînor û di nav Sûriyeyê bi xwe de parastinê bikin."
Gefên Îranê û amadehiya êrişeke hevbeş
Ev daxuyaniyên serokwezîr piştî nirxandinên saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê hatin dayîn.
Li gorî wan nirxandinan, Îran amadekariya êrişeke berfireh û koordînekirî ya li ser Îsraîlê dike.
Tê angaştin ku ev êriş dê di heman demê de li ser çend eniyan be û dişibe êrişa 7ê Çiriya Pêşîn.
Li gorî nirxandinan, Îran hewl dide ku hêzên xwe bi Hizbulaha li Libnanê, Hemasa li Xezeyê û Kenara Rojava, Hûsiyên li Yemenê û milîsên alîgirên Îranê yên li Îraqê re bike yek û êrişeke hevbeş bike.
Bipêşketinên dawî yên li eniya Sûriyeyê
Artêşa Îsraîlê bi Sûriyeyê re herêmeke bêçek diparêze.
Artêş li Çiyayê Hermonê û bilindahiyên derdorê bi cih bûye.
Ew wekî tedbîrên parastinê gelek caran li nav xaka Sûriyeyê dewriye, lêgerîn û serdegirtinan dikin.
Meha borî çend bûyer qewimîn û Artêşa Îsraîlê xaka Sûriyeyê kir hedef.
Îsraîlê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li bakurrojavayê Sûriyeyê kiribû.
Nûnerê Amerîkayê yê Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack ev êriş şermezar kiribû.
Barrack gotibû ku ev aloziyeke nehewce ye û gefê li aramiya herêmê dike.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê jî li hemberî vê daxuyaniyê bersiv dabû û gotibû:
"Îsraîl û Sûriyeyê di warê ewlehiyê de li ser statukoyekê li hev kiribû.
Sûriye bi dayîna destûra bicihbûna leşkerên Tirk a li balafirgeheke nêzîkî Helebê li ber binpêkirina vê peymanê bû."
Li hêla din, artêşê ragihand ku 22yê Tebaxê terorîstekî ku di "qonaxa dawî" ya amadehiya êrişa li ser leşkerên Îsraîlê de bû, hatiye kuştin.
Li gorî televîzyona dewletê, îro li nêzîkî bajarê Sermedayê yê Îdliba Sûriyeyê di depoyeke çekan de teqîn çêbû.
Di teqînê de herî kêm 14 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hîn ne diyar e ku sedema teqînê çi ye.
Her wiha, sivîlekî Sûriyeyî gihîşt nêzîkî binkeyeke Artêşa Îsraîlê ya li başûrê Girên Golanê.
Rayedaran ew desteser kir û ji bo lêpirsînê radestî navendê kir.


