Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku plana Îsraîlê nîne ku bi zorê Filistîniyan ji Xezeyê derxe yan jî dersînor bike.
Gideon Saar ji bo vekirina Balyozxaneya Îsraîlê serdana Ljubljanaya paytexta Slovenyayê kir.
Saar di konferanseke rojnamegeriyê ya li Ljubljanayê de axivî û got, “Plana me nîne ku em ti kesî ji Xezeyê derxin yan dersînor bikin.”
"Em dê zorê li ti kesî nekin"
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê gotinên xwe wiha domandin:
“Eger kesek bixwaze bi xwesteka xwe koç bike û welatek hebe ku amade ye wî qebûl bike, wekî ku li her qada şer a li cîhanê çêdibe, em dê li dijî vê yekê dernekevin.
Lê em dê li dijî xwesteka ti kesî zorê li wî nekin.”
Wezîrên din koçkirinê dixwazin
Hinek endamên payebilind ên hikûmetê yên wekî Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Itamar Ben Gvir û Wezîrê Darayiyê Bezalel Smotrich zextê li hikûmeta Îsraîlê dikin.
Ew dixwazin ku hikûmet xelkê Xezeyê teşwîq bike da ku ji wê herêma wêrankirî derkevin.
Hefteya borî, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku planên ji bo asankirina koça bikom a Filistîniyan a ji Xezeyê hîn tên gotûbêjkirin.
Katz diyar kir ku ev plan ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bi tenê hatine "cemidandin" û bi temamî ji ser maseyê nehatine rakirin.
Israel Katz her wiha got, "Bêyî vê koçê, di dawiyê de ti çareseriya rasteqîn ji bo Xezeyê tune."


