Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdinê ragihand ku axa welatê wan rastî êrişên mûşekên balîstîk ên Îranê hatiye û pergalên parastina asmanî 18 mûşek têk birine û 2 mûşek jî li qadên vala ketine.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Urdinê (PETRA), Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Urdinê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî daye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku pergalên parastina asmanî 18 ji 20 mûşekên balîstîk ên ku axa welêt kiribûn armanc bi rengekî serkeftî têk birine.
Her wiha hat gotin ku 2 mûşek jî dûrî cihên niştecihbûnê li qadên vala ketine.
Tîmên pispor dest bi xebatan kir
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di êrişê de ti kes nemiriye.
Tîmên pispor ji bo ewlehiya wan herêmên ku bermahiyên mûşekan û perçeyên şarapnelan li wan ketine dest bi xebatan kir.
Ji welatiyan hat xwestin ku ji bo ewlehiya xwe nêzîkî tiştên gumanbar nebin, dest nedin wan û demildest rayedaran agahdar bikin.
Her wiha ji bo rêlibergirtina dezenformasyonê bang hat kirin ku ji bilî daxuyaniyên saziyên fermî guh nedin nûçeyên bêbingeh.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Urdinê ji bo parastina "ewlehiya welêt û serweriya qada asmanî" bi hemû radar, pergalên hişyariya pêşwext û pergalên parastina asmanî di amadehiya herî bilind de karê xwe didomînin.
Artêşa Pasdaran a Îranê jî beriya niha bi demeke kurt ragihandibû ku wan bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Urdinê kiriye.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku dê “êrişên tolhildanê” yên li hemberî Amerîkayê “heta rawestandina êrişkariyê” berdewam bikin.


