Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Îsraîlê li hemberî sînordarkirinên bazirganî yên li ser "berhemên niştecihgehên neqanûnî", biryar da ku konsulxaneya Brîtanyayê ya li Qudsa Rojhilat bigire.
Balkêş e ku ev biryar piştî gavên 12 welatan hat avêtin ku Brîtanya jî di nav wan de ye.
Wan welatan li ser niştecihgehên Îsraîlê biryara cezayan (sînordarkirina bazirganî) dabû.
Îsraîl plan dike ku li Qudsa Rojava projeke niştecihbûnê ava bike.
Îsraîlê bersiva sînordarkirinên bazirganî yên li ser kel û pelên ku li niştecihgehên neqanûnî tên hilberandin an jî ji wan deran tên da û biryar da ku konsulxaneya Brîtanyayê ya li Qudsa Rojhilat bigire.
Biryara birêvebiriya Îsraîlê, piştî biryara cezayan a 12 welatan a li ser niştecihgehên Îsraîlê yên li Şerîeya Rojava hat.
Di nav wan welatan de Brîtanya, Fransa û Kanada jî hene.
Konsulxaneya Brîtanyayê ya li Qudsa Rojhilat tê girtin
Birêvebiriya Îsraîlê eşkere kir ku ew dê wekî tolhildana wan cezayan konsulxaneya Brîtanyayê ya li Qudsa Rojhilat bigirin.
Bi vê biryarê re aloziya dîplomatîk a di navbera Îsraîl û Brîtanyayê de derbasî qonaxeke nû bû.
Welatên ku Brîtanya, Fransa û Kanada pêşengiya wan dikin daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Wan di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan li ser bazirganiya kel û pelên ku ji niştecihgehên Îsraîlê tên sînordarkirinên neteweyî danîne çimkî ew niştecihgeh li dijî hiqûqa navneteweyî ne.
12 welat li dijî Îsraîlê ketin tevgerê
Fransa, Brîtanya, Kanada, Danîmarka, Spanya, Fînlanda, Îrlanda, Îzlanda, Norwêc, Polonya, Portugal û Swêdê piştgirî da sînordarkirinên bazirganî yên li ser niştecihgehên Îsraîlê.
Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku berfirehkirina niştecihgehên Îsraîlê yên li Şerîeya Rojava, îhtimala çareseriya du dewletî dixe xeteriyê.
Her wiha wan welatan bertek nîşanî projeya niştecihbûnê ya E1ê jî da.
Îsraîl plan dike ku wê projeyê li Qudsa Rojhilat bi cih bîne.
Ji Îsraîlê bersiva cezayan
Di daxuyaniya hevpar de bangî Îsraîlê hat kirin ku ew xebatên xwe yên niştecihbûnê rawestîne.
Her wiha hat diyarkirin ku ew dê li ser wan kel û pelên ku li niştecihgehên neqanûnî tên hilberandin sînordarkirinên bazirganî pêk bînin.
Birêvebiriya Îsraîlê jî bersiveke dîplomatîk da van gavan.
Biryara girtina konsulxaneya Brîtanyayê ya li Qudsa Rojhilat, li hemberî van cezayan bû yek ji gavên tolhildanê yên herî berbiçav ên Îsraîlê.
Vê biryarê ew nirxandin jî bi xwe re anîn ku dibe aloziya dîplomatîk a di navbera Îsraîl û welatên Rojava de hîn zêdetir bibe.



