کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Selçuk Mizrakli hat berdan

RÛDAW

RÛDAW

08-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW08-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Mehmet Uçum: Li ser statuya Ocalan nîqaşên çêkirî tên derxistin
TIRKIYE18-10-2026

Mehmet Uçum: Li ser statuya Ocalan nîqaşên çêkirî tên derxistin

Tuncer Bakirhan: Ji bo avêtina gavan ji girtîgehan dest pê bikin
TIRKIYE18-10-2026

Tuncer Bakirhan: Ji bo avêtina gavan ji girtîgehan dest pê bikin

Trajediya Malbata ji Silêmaniyê: Li Edîrneyê termê Mêlaya 5 salî  hat dîtin
TIRKIYE17-10-2026

Trajediya Malbata ji Silêmaniyê: Li Edîrneyê termê Mêlaya 5 salî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) -  Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli piştî nêzîkî 7 salan ji Girtîgeha Edîrneyê hat berdan.

Selçuk Mizrakli li ber deriyê girtîgehê ji aliyê hevjîna xwe Zeynep Mizrakliyê ve hat pêşwazîkirin.

Mizrakli û hevjîna wî bi destê hev girt û ber bi qerebalixiya ku li ber girtîgehê li benda wî bû ve meşiyan.

Birêvebirên DEM Partiyê, parlamenter û gelek kes ji serê sibehê ve ji bo Mizrakli li ber girtîgehê bûn.

Çaverêkirina xelkê piştî berdana wî bi dawî bû.

Peyamên ji bo Demîrtaş

Li ber girtîgehê ji xeynî peyamên "Bi xêr hatî Selçuk Mizrakli", pankart û afîşên li ser Selahattîn Demîrtaş jî hebûn.

Di nav van pankartan de peyamên wekî "Azadî nîvco nabe" û "Ji Demîrtaş re azadî" cih girt.

Selçuk Mizrakli kî ye?

Selçuk Mizrakli berê serokatiya Odeya Bijîşkan a Amedê kiribû.

Ew li Amedê û Bakurê Kurdistanê bijîşkekî naskirî ye.

Wî di xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girt.

Her wiha ew yek ji damezirînerên Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê ye.

Ew 24ê Hezîrana 2018an wekî parlamenterê HDPyê yê Amedê hat hilbijartin.

Mizrakli 31ê Adara 2019an jî wekî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin.

Li ser fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wî qeyûm hat danîn.

Piştî ku ji kar hat dûrxistin, 21ê Çiriya Pêşîn a 2019an hat desteserkirin û 22yê Çiriya Pêşîn a 2019an jî hat girtin.

Pirsên