Hewlêr (Rûdaw) - Perestar Îkra Avciya ku tevlî kampanyaya "hûnandina keziyan" bûbû di encama lêpirsîna dîsîplînê de ji karmendiya dewletê (memûrtî) hat derxistin.
Vê kampanyayê li dijî birîna keziya şervaneke jin a li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû.
Îkra Avciyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku ew piştî biryara Lijneya Bilind a Dîsîplînê ya Wezareta Tenduristiyê ji erkê xwe hatiye derxistin.
Avciyê metna biryarê parve kir û got:
"Min hêvî dikir ku ev biryara şaş were betalkirin. Îro ji min re hat ragihandin ku ji karê memûriyetê hatime derxistin."
Wezaretê ev yek wekî "kiryareke îdeolojîk" hesiband
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dosyeya ku ji aliyê Birêvebiriya Giştî ya Xizmetên Kargêriyê ya Wezareta Tenduristiyê ve li ser serlêdana Birêvebiriya Tenduristiyê ya Kocaeliyê hatibû amadekirin, li Lijneya Bilind a Dîsîplînê ya Wezaretê gihîşt biryara dawî.
Li gorî biryara ku li civîna 19ê Tebaxa 2026an hatiye girtin, çalakiya Avciyê di çarçoveya xala 125an a Qanûna Karmendên Sîvîl a Hejmar 657 de hatiye nirxandin.
Lijneyê doz bi angaşta hûnandina keziyê ango ji ber "têkbirina aramî û rêziknameya xebata saziyan a ji bo armancên îdeolojîk an siyasî" bi cezayê "derxistina ji karê xizmeta sîvîl" bi dawî kir.
Di agahdarnameyê de hat destnîşankirin ku Avci dikare li dijî vê biryarê serî li dadgeha kargêriyê bide.
Çi qewimîbû?
Kampanyaya ku bû sedema lêpirsîn û biryara jikarderxistinê, wekî bertekeke li dijî birîna keziya şervaneke jin a ji aliyê komên çekdar ve li Rojavayê Kurdistanê û nîşandana wê dest pê kiribû.
Jinan li çar aliyên cîhanê û li Tirkiyeyê wêneyên xwe yên "hûnandina keziyan" li ser medyaya civakî parve kiribûn da ku vê rewşê protesto bikin û piştgiriya xwe ji bo şervana jin nîşan bidin.
Perestar Îkra Avci jî bû hedef û ji ber vê kampanyayê di heqê wê de dest bi lêpirsînê hat kirin.


.jpg&w=3840&q=75)
