Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama pêleke nû ya êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li başûrê welêt de 12 kes hatin kuştin.
Li gorîdaxuyaniyê, di nav wan kesên ku hatine kuştin de jin û zarok jî hene.
Balafirên şer ên Îsraîlê îro êrişî çend herêmên başûrê Libnanê kir.
Tenê di êrişekê de ya li bajarokê Kefer Rumanê 11 kes hatin kuştin.
Ji wan 11 kesan 4 jin û 2 jî zarok bûn.
Di êrişeke din a li heman bajarokî de, karmendekî tîmên hawarçûnê yê 18 salî hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê li ser van êrişan daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dê êrişên xwe yên li dijî pêgehên Hizbulahê bidomînin û got:
“Em ji bo nehiştina metirsiyan kar dikin û di heman demê de em pêbendî peymana agirbestê ne."
Îsraîl, Hizbulahê bi wê yekê tawanbar dike ku bi rêya dronan êrişî leşkerên wan kiriye.
Her wiha Îsraîl îdia dike ku Hizbulah hewl dide hêzên xwe yên leşkerî li başûrê Libnanê ji nû ve xurt bike.
Wêranî û koçberbûna xelkê
Şahidên li herêmê diyar kir ku çendîn avahî bi temamî wêran bûne û pirtûkên dibistanan û paşmayên kel û pelên malan di nav kavilan de belav bûne.
Yek ji niştecihên navçeyê yê bi navê Ebbas Tufeylî behsa êrişê kir û got:
"Saet 2yê şevê telefonî min kirin û gotin ji mala xwe derkev çimkî dê were armancgirtin. Min bawer nedikir ji ber ku tiştek tê de nebû."
Tufeylî da zanîn ku ew neçar maye hevjîn û zarokên xwe bi pîjamayan bibe ser kolanê û ew li wêranbûna mala xwe temaşe bikin.
Banga Serokkomarê Libnanê
Divê were gotin ku ji hezîrana borî ve ji ber lihevtêgihiştina Washington û Tehranê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn kêm bûbûn.
Li gorî amarên hikûmeta Libnanê, ji meha adara îsal ve ji ber êrişên asmanî û yên bejayî yên Îsraîlê yên li welatê wan, zêdetirî 4 hezar û 300 kes hatine kuştin.
Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun ji bo rawestandina êrişan bangî Washington û civaka navneteweyî kir.
Joseph Aoun xwest ku ew yekser destwerdanê bikin da ku êrişên Îsraîlê bidin rawestandin û peymana agirbestê biparêzin.



