Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ragihand ku ragihand ku ew dixwazin ku Îsraîl vegere sînorên beriya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an.
Wî her wiha da zanîn ku ji bo bidawîkirina êrişên Îsraîlê ew bi navbeynkariya Amerîkayê dan û standinan dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li Qahîreya paytexta Misirê beşdarî Rûniştina 166emîn a Wezîran a Komkara Ereban bû û axaftinek kir.
Wî di axaftina xwe de got, "Îro di qonaxeke wisa de ku pêwîstiya me bi piştgirî û vîzyoneke hevpar heye, em di bin sîwana Komkara Ereban de tên cem hev.”
"Armanca me parastina Sûriyeyiyan e"
Esed Şeybanî destnîşan kir ku komkirina çekan di destekê de û biryara parastinê mafê serweriyê yê dewletê ye û got:
"Armanca me ew e ku em Sûriyeyiyan di yek welatî de biparêzin."
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê bal kişand ser nûavakirina welêt jî û li ser vê mijarê wiha axivî:
"Em naxwazin bikevin nav şerekî ku dê hewlên me yên ji bo nûavakirina welatê me têk bibe."
"Me serdema zordariya xwîndar li pey xwe hişt"
Şeybanî îdia kir gelê Sûriyeyê di nava 20 mehan de welat ji krîza birêvebirinê derxistiye û ber bi nûavakirina neteweyî ve biriye û got:
"Me ew serdema zordariya xwîndar a ku bi dehan salan canê Sûriyeyiyan xwar li pey xwe hişt.
Gel bi îradeya xwe ya azad yekemîn Meclisa Gel a Sûriyeya nûjen hilbijartiye.”
Her wiha wî ragihand ku ji bo parastina sînoran, saziyên ewlehiya neteweyî û parastinê ji nû ve hatine sazkirin.
“Sûriye pêbendî çareseriya dîplomatîk e”
Şeybanî spasiya Komkara Ereban kir ku biryara Kolombiyayê ya naskirina dagirkirina Girên Golanê şermezar kiriye û got:
"Sûriye di wê baweriyê de ne ku qet mafên Ereban ên li Golana dagirkirî nayên guhertin û radestkirin.
Sûriye pêbendî çareseriya dîplomatîk e û ji bo bidawîkirina êriş, girtin û binpêkirinên Îsraîlê dixebite."



