Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çerkezkoyê ya parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê, kesekî bi tivingê êrişî Komeleya Lêkolîn û Bipêşvebirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê kir.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, îro berê sibehê demjimêr 00:10an kesekî bi tivingê gule berdan Komeleya Lêkolîn û Bipêşvebirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê.
Di êrişê de du gule li avahiya komeleyê ketin û cama wê şikest.
Gumanbarek hat desteserkirin
Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û di encama lêkolînan de gumanbarek bi tohmeta êrişê hat desteserkirin.
Komeleya Lêkolîn û Bipêşvebirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê ku li herêma Trakyayê komeleya yekem a fêrkirina zimanê Kurdî ye, Gulana 2025an hatibû vekirin.



