Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya 5emîn a Asayî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dest pê kir.
Kongre li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet tê lidarxistin û ji bilî delegeyan gelek nûnerên partiyê jî beşdar bûn.
Piştî axaftinên destpêkê yên Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dê kongre ji çapemeniyê re girtî berdewam bike.
Tê çaverêkirin ku di kongreyê de nav, rêzikname yan jî bernameya partiyê neyên guhertin.
Li gorî agahiyan, hilbijartina ducare ya Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari tekez e.
Di Komîteya Birêvebir a Navendî û Meclisa Partiyê de jî dê hinek guherînên sînordar werin kirin.
DEM Partî plan dike ku piştî kongreyê, li gorî pêvajoya çareseriyê kongreyeke berfireh a guherîn û ji nû ve avakirinê li dar bixe.
Tê çaverêkirin ku ev kongre bihara sala 2027an, hevdem li gel bicihanîna yasayê were kirin.


