Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan da zanîn ku êdî dema têkoşîna bi çekan nemaye û got, “Li pêşiya me têkoşîneke hîn zehmettir heye.
Peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li 34emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li Dortmundê hat xwendin.
Ocalan di peyama xwe de behsar "entegrasyona demokratîk" û bidawîbûna têkoşîna bi çekan kir.
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysel Aktaş tevlî festîvala li bajarê Dortmundê yê Almanyayê bû û peyama Abdullah Ocalan xwend.
Ocalan di peyama xwe de anî zimên ku ew di qonaxeke nû de ne û got, "Divê em şer û êşên berê li pey xwe bihêlin, ji tiştên qewimîne dersan derxînin û rêyeke nû vebikin."
Ocalan diyar kir ku di bingeha vê rêyê de civaka demokratîk, siyaseta demokratîk û jiyana azad a gelan heye.
"Êdî ne têkoşîna bi çekan e"
Ocalan destnîşan kir ku li pêşiya wan têkoşîneke zehmetir heye lê ev yek êdî ne bi çekan e û wiha domand:
"Li pêşiya me têkoşîneke hîn zehmettir heye. Lê belê ev têkoşîn êdî ne têkoşîna çekan e. Têkoşîna siyaset, birêxistinbûn, çand, aborî û piştevaniya civakî ye. Divê qada têkoşîna demokratîk berfireh bibe."
Ocalan da zanîn ku parastina herî xurt civaka birêxistinkirî ye û civakeke ku saziyên xwe ava bike dikare paşeroja xwe jî biparêze.
Entegrasyona demokratîk û vegera sirgûniyan
Ocalan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û da zanîn ku nêzîkatiya wan a bingehîn "entegrasyona demokratîk" e û got:
"Entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku civakek dest ji nasname yan jî hebûna xwe berde. Tê wê wateyê ku mirov bi nasnameya xwe bi azad bijî."
Ocalan xwest ku kesên sirgûnkirî vegerin ser axa xwe û siyaseta demokratîk bikin.
Wî ev yek wekî veguhertineke aştîxwaz bi nav kir û xwest li şûna tundî û şer hêza siyaseta demokratîk esas bê girtin û wiha domand:
"Meseleya me ne li dijî hev rakirina cudahiyan e. Mesele avakirina pergaleke demokratîk e ku her gel bikare bi nasname û çanda xwe bi azad tê de cih bigire."
Rêveberiyên xwecihî û çavkaniyên xwezayî
Ocalan di peyama xwe de qala mafê biryardayînê yê gelên xwecihî jî kir.
Wî diyar kir ku eger li herêmekê çavkaniyên xwezayî hebin, divê xelkê wê herêmê li ser wan çavkaniyan bibe xwedî biryar.
Ocalan bajarê Rihayê wekî mînak da û got ku tevî dewlemendiya xwe ya dîrokî jî xelkê Rihayê di nava xizaniyê de ye û li cîhanê belav bûye.
Wî ev yek wekî encama ji destdana mafê biryardayînê yê li ser çavkaniyên xwe nîşan da.
Azadiya jinan û rola Ewropayê
Ocalan tekez kir ku bêyî azadiya jinan ew nikarin qala civakeke demokratîk bikin.
Wî her cure zextên li ser jinan û vîna wan a azad red kirin.
Her wiha Ocalan bangî welatên Ewropayê kir ku tenê wekî çavdêr nêzîkî vê pêvajoyê nebin.
Wî xwest ku Ewropa ji dîroka xwe dersan derxe û piştgiriyê bide jiyana bi hev re ya gelan.
"Ji bo çareseriyê pêwîstî bi baweriyê heye"
Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê bal kişand ser girîngiya baweriyê û gavên qanûnî û got:
"Heta ku bawerî nebe ti guhertinên demokratîk mayînde nabin. Ji ber vê yekê divê sererastkirinên hiqûqî neyên derengxistin.
Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin û şertên ewlehiyê ji bo hemû aliyan werin avakirin."
Ocalan di dawiya peyama xwe de got, "Erkê serdema nû ne ducarekirina paşerojê ye. Erkê me ew e ku em ji paşerojê dersan derxînin û jiyaneke nû ya demokratîktir û azadtir ava bikin."


