Hewlêr (Rûdaw) - Kuweytê ragihand ku li hemberî êrişên bi mûşek û dronan ên Îranê, pergalên wan ên parastina asmanî çalak bûne.
Di daxuyaniya li ser hesabê Xê yê artêşa Kuweytê de hat diyarkirin ku ji Îranê bi mûşek û dronan êriş hatiye kirin.
Dengê teqînan hat bihîstin
Hat ragihandin ku pergalên parastina asmanî ji bo bersivdayîna mûşek û dronan çalak bûne û ji ber vê yekê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Artêşê her wiha bangî xelkê kir ku li gorî fermanên ewlehî û parastinê yên rayedaran tevbigerin.
Piştî ku Amerîkayê careke din dest bi êrişên li ser Îranê kir Îran jî êrişî wan welatên Kendavê dike ku hêzên Amerîkayê li wan bi cih bûne.


.webp&w=3840&q=75)
