Hewlêr (Rûdaw) - Welatên Hevpeymaniya Mekeyê li Stenbolê civiyan û biryar hat dayîn ku baregeha sereke ya hevpeymaniyê li Erebistana Siûdiyê be.
Her wiha dê 3 salên ewil ên serokatiya hevpeymaniyê li Pakistanê be.
Civîn bi beşdariya wezîrên karên derve û parastinê yên Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Pakistanê hat lidarxistin.
Berpirsên leşkerî yên her sê welatan jî di asta bilind de beşdar bûn.
Daxuyaniya komîteya stratejîk
Komîteya Stratejiya Siyaset û Parastinê ya Hevpeymaniya Mekeyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir.
Komîteyê naveroka civînê û biryarên girîng eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, her sê welatan li hev kiriye ku baregeha sereke ya Hevpeymaniya Mekeyê li Siûdiyê be.
Dê sekreteriyek ji bo hevpeymaniyê bê avakirin û dê 3 salên ewil ên serokatiyê li Pakistanê be.
Hevpeymaniya Mekeyê civîna îro wekî destpêka pêkanîna peymana Enqere, Riyad û Îslamabadê bi nav kiriye.
Her wiha aştî û aramiya herêmê wekî armanca yekem a hevpeymaniyê daye nasîn.
Peymana parastinê ya hevbeş
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her sê welatan li hev kiriye da ku hevahengiya parastinê ya di navbera xwe de xurt bikin.
Ew dê di warê pîşesaziya parastinê û teknolojiya leşkerî de hevahengiyê bikin.
7ê vê mehê, Tirkiye, Pakistan û Siûdiyê li bajarê Mekeyê peymaneke parastinê ya hevbeş îmze kiribû.
Piştre wan ev peymana xwe bi navê "Hevpeymaniya Mekeyê" da nasîn.
Li gorî peymanê, her sê welat pêbend in ku parastina hevdû bikin û eger êrişek li ser yek ji wan çêbibe, ew dê bi hev re tevbigerin.
Ev peyman hewleke wan her sê welatan e ji bo rûbirûbûna astengiyên li Rojhilata Navîn.
Bi taybetî jî ji bo rûbirûbûna metirsiyên li ser sektora enerjiyê û serweriya welatên herêmê ye.



