Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku piştî êrişên Amerîkayê yên li dijî Girava Larkê, wan bi dehan dronan êrişî leşker û helîkopterên Amerîkayê yên li Baregeha Asmanî ya Al Mînhadê ya li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îranê de hat diyarkirin ku êriş "ji bo tolhildana sivîl û leşkerên ku di êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larkê de mirine" hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişê de leşker û helîkopterên Amerîkayê yên ku li baregehê bi cih bûne hatine armanckirin.
Li Urdinê jî êrişî du baregehan kiribûn
Amerîkayê şeva borî li nêzîkî Tengava Hurmizê du êriş biribûn ser Girava Larkê.
Artêşa Pasdaran ragihandibû ku wan ji bo bersiva êrişê, bi mûşekên balîstîk li baregehên asmanî yên Muwefeq Seltî û Qral Husên xistiye ku hêzên Amerîkayê li Urdinê bi kar tînin.



