Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larkê ya li nêzîkî Tengava Hurmizê, bi mûşekên balîstîk êrişî du baregehên asmanî yên Amerîkayê yên li Urdinê kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Pasdaran de hat destnîşankirin ku Hêzên Asmanî û Fezayê li hemberî êrişa asmanî ya "Amerîkî-Siyonîst" a li ser Girava Larkê operasyonên tolhildanê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya êrişên tolhildanê de baregehên asmanî yên Qral Husên û Muwefeq Seltiyê yên li Urdinê bi mûşekên balîstîk hatine armanckirin.
Hat eşkerekirin ku di êrişan de "binesaziyên teknîk û yên lênêrînê û qadên ku balafirên şer li wan bi cih bûne" hatine hedefgirtin û zerereke mezin gihîştiye baregehan.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku hewlên ji bo lawazkirina kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmizê dê bê encam bimînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her êriş dê bi bersiveke xurtir were bersivandin."
Êriş ji Urdinê hatiye kirin
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê nivîsand ku êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larkê ya ku sivîl jî tê de mirine, ji Urdinê hatiye kirin.
Artêşa Urdinê jî ragihand ku pergalên wan ên parastina asmanî rê li ber 8 mûşekan girtiye ku ketine asmanê welêt.


