Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdinê ragihand ku pergalên wan ên parastina asmanî rê li ber 8 mûşekan girtiye ku ketine asmanê welêt.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Urdinê (PETRA), Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Urdinê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî daye.
Berdevk diyar kiriye ku pergalên parastina asmanî 8 mûşekên ku ketibûn asmanê welêt bêbandor kirine.
Berdevk da zanîn ku hêzên çekdar bersiv daye êrişan û mûşek beriya ku ji bo welatiyan û mal û milkên wan bibin metirsiyek hatine têkbirin.
Berdevk eşkere kir ku operasyonên astengkirinê li gorî "rêgezên angajmanê" hatine kirin.
Wî destnîşan kir ku ev bersivdayîn di çarçoveya berpirsyariya parastina asmanê welêt de hatiye kirin.
Têkiliya bi Tengava Hurmizê re
Berdevk li ser çavkaniya mûşekan ti agahî nedan.
Wî got ku artêşa Urdinê bi hemû yekîneyên xwe peywira xwe didomîne û "Dê ji bo parastina welat, serwerî, ewlehî û aramiya wê hemû tevdîrên pêwîst werin standin."
Artêşa Pasdaran a Îranê demeke kurt beriya niha ragihandibû ku wan bi mûşekên balîstîk li du baregehên asmanî yên Amerîkayê yên li Urdinê xistiye.
Li gorî Artêşa Pasdaran ev êriş wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larkê ya li nêzîkî Tengava Hurmizê hatiye kirin.


