Hewlêr (Rûdaw) - Ayşegul Doganê xwest ku Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed biçin Tirkiyeyê.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê piştî civîna Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya partiya xwe li ser rojevê nirxandin kirin.
Ayşegul Doganê li ser pêvajoya entegrasyona HSDyê ya nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê axivî.
Ayşegul Doganê diyar kir ku ji bo yekbûna Kurdên Sûriyeyê ya bi beşên din ên welêt re qonaxeke girîng hatiye derbaskirin.
Doganê destnîşan kir ku heke Tirkiye di nav xwe de aştiyeke mayînde pêk bîne, ev yek dikare ji bo Rojhilata Navîn jî bibe modelek.
Doganê bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir û wiha axivî:
"Tê pirsîn bê ma dê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed werin Tirkiyeyê yan na.
Divê werin, divê werin vexwendin. Em wekî DEM Partiyê bangeke wiha dikin.
Dibe ku em Îlham Ehmedê di demeke nêzîk de wekî endama Parlamentoya Sûriyeyê bibînin.
Çima Serokê Parlamentoyê wê venexwîne Tirkiyeyê? Çima pêwendiyên dostaniyê bi pêş nekevin?"
Doganê behsa civîna 25ê Tebaxê ya li Koşka Serokkomariyê ya li Şamê jî kir.
Ew civîn di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Parêzgarê Dêrezorê Ziyad El-Eyaş de hatibû kirin.
Doganê diyar kir ku îradeya Mezlûm Ebdî ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê li ser zemîna hiqûq û siyasetê girîng e.
Wê her wiha pesnê xebatên dîplomasiyê yên Îlham Ehmedê jî da.
Doganê li ser pêvajoya çareseriyê jî got ku nabe pêvajo tenê bi mekanîzmayên burokratîk sînordar bimîne û diyar kir ku divê saziyên civaka sivîl û kesên xwedî tecrube tevlî xebatan bibin.
Wê xwest ku mekanîzmayên ku dê entegrasyona beşên cuda yên civakê misoger bikin werin xebitandin.
Doganê anî zimên ku divê rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de were xurtkirin û destnîşan kir ku Ocalan “ne tenê ji bo koordînasyona pêvajoya danîna çekan, ji bo mayîndekirina pêwendiyên Kurd û Tirkan jî di pozîsyoneke girîng de ye.”
Doganê got ku divê zimanê serdema nû jî biguhere û pê de çû:
"Divê zimanê serdema nû bi gotinên nû û peyvên nû be."
Doganê diyar kir ku divê alî li şûna zimanekî tawanbar, nêzîkatiyeke ku hestyariyên dualî li ber çavan digire bi pêş bixin.
"Em dê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin"
Doganê destnîşan kir ku ew wekî DEM Partiyê parastina afirandina şert û mercên aştiyeke mayînde û bi rûmet dikin û got ku ew dê dev ji vê daxwazê bernedin.
Doganê bal kişand ser daxwaza aştiyê ya dayîkên ku xizmên xwe di şer û pevçûnan de ji dest dane.
Wê diyar kir ku divê peyama "Bila dayîkên din bi heman êşê neyên ceribandin" li ber çavan were girtin.
Doganê got, "Kurd an Tirk, nasnameya wî ya etnîkî çi dibe bila bibe, êdî bila ciwan li vî welatî nekevin bin axê."
Wê anî zimên ku nabe êşên ku hatine jiyîn bi nasnameyekê werin sînordarkirin.
Banga hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re
Doganê li ser wan belgeyên ku dihat îdiakirin ên Ocalan in û di raya giştî de belav bûbûn jî axivî.
Doganê diyar kir ku bi daxuyaniyên ji Îmralî, Qendîl û Ocalan derketiye holê ku ew metn ne rast in.
Wê got ku divê îfadeya Ocalan a "komploya li dijî min" rasterast ji wî were pirsîn.
Doganê destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê rojnameger karibin li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin û wiha axivî:
"Divê êdî rojnameger karibin bi azadî pirsên xwe ji Birêz Ocalan bikin.
Divê ew bi xwe karibe rasterast bersiva wan tiştên ku li ser pêvajoyê tên meraqkirin bide.
Bi vî awayî hem rîsk û hewldanên provokatîf dikarin kêm bibin hem jî meraqa raya giştî dikare were rakirin."
Doganê her wiha got ku şandeya DEM Partiyê hîn ji bo hevdîtina bi Ocalan re neçûye Îmraliyê û da zanîn ku divê pêvajo were lezkirin.
Ayşegul Doganê xwest ku ji bo vegera gerîlayan mekanîzmayên pêwîst demildest werin xebitandin û got, "Li hemberî rîsk, provokasyon û rîska têkçûna pêvajoyê, nabe ku pêvajo gelekî were dirêjkirin."


.webp&w=3840&q=75)