Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku dema qanûna pêvajoya çareseriyê ket meriyetê dê gavên qanûnî dest pê bikin.
Gurlek diyar kir ku di qonaxên paşerojê de li gorî pêwîstiyan dibe ku ji bo girtiyan û kesên ku xwe radest dikin sererastkirinên nû werin rojevê.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û bersiva pirsên derbarê pêvajoya çareseriyê û gavên qanûnî da.
"Dê kar û barên hiqûqî dest pê bikin"
Gurlek li ser sepandina "Qanûna Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" agahî dan.
Wî da zanîn ku Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê dê biryara çekdanîna PKKyê destnîşan û piştrast bike.
Li gorî gotina Gurlek, piştî weşandina vê biryarê ya di Rojnameya Fermî de dê kar û barên hiqûqî ji bo girtiyan dest pê bikin.
Her wiha ev karûbar dê ji bo kesên ku çekan datînin û vedigerin Tirkiyeyê jî bi awayekî fermî dest pê bikin.
Desteya Şopandin û Nirxandinê
Akin Gurlek bal kişand ser xebatên "Desteya Şopandin û Nirxandinê" ya pêvajoyê û got:
"Me civîna xwe ya yekem pêk anî û komîsyonên jêrîn ava kirin. Ev deste dê bi berdewamî çavdêriya pêvajoyê bike.
Eger di warê hiqûqî yan jî di mijara înfaza cezayan de pêwîstî hebe, deste dê raporên xwe pêşkêş bike da ku sererastkirinên nû werin kirin.
Heta niha ji ber terorê 2,3 trilyon dolar zerer gihîştiye aboriya welêt. Me ne tenê di warê ewlehiyê de, di warê aborî de jî windahiyên mezin dan."
Bandora li ser geştyariyê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurkel behsa bandora pêvajoyê ya li ser jiyana civakî û geştyariyê jî kir.
Akin Gurlek mînakek ji Bakurê Kurdistanê da û wiha axivî:
"Di serdanên me yên herêmê de welatiyekî ji min re got, 'Me berê tenê dikarîbû li heybeta Çiyayê Agiriyê binêrin lê êdî em dê li berpalên wî seyranê bikin.' Vê gotinê bandoreke mezin li min kir.
Ez bi xwe ji Nevşehîrê me û li wir Kapadokya heye. Li Dêrsimê jî Minzur heye, çima mirovên me neçin li wir bêhn venedin?”
Provokasyonên li maçên Amedsporê
Akin Gurlek amaje bi hewlên provokasyonê yên di maçên tîma Amedsporê yên li bajarên Tirkiyeyê da.
Gurlek li ser vê mijarê jî daxuyand:
“Em dê li hemberî wan provokasyonên ku li tribunên stadyuman tên kirin bêdeng nemînin.
Ew biratiya ku bi salan e em li benda wê ne dê dest pê bike."
"Pêvajoyê li Sûriyeyê jî bersiva xwe dît"
Gurlek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser metirsiya belavbûna şerê li herêmê û got:
"Li herêma me metirsiya şer heye. Lê heta ku em yekîtiya xwe biparêzin û hiqûqa biratiyê bi cih bînin, ti kes nikare aramiya me xera bike.
Ev pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye, li Sûriyeyê jî bersiva xwe dît."


.webp&w=3840&q=75)
