Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Adanayê yê Tirkiyeyê, Serokê Weqfa Furkanê Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul hatin girtin.
Li Adanayê di çarçoveya lêpirsîna Weqfa Furkanê de Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul 19ê Tebaxê hatin desteserkirin.
Ew pişt re veguhastin dadgehê û dadgehê biryara girtina wan da.
19ê Tebaxê li 6 parêzgehan li dijî rêberê cemaetê Alparslan Kuytul û gelek kesên din operasyoneke hevdem hatibû kirin.
Piştî lêgerîna li malan, Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul jî di nav de 56 kes hatibûn desteserkirin.
Ew bi îdîayên "damezirandin û birêvebirina rêxistina tawanê, endamtiya rêxistinê, spîkirina pereyan, xapandin û sextekariya di belgeyên fermî de" hatin tohmetbarkirin.
Ew doh piştî kar û barên li ewlehiyê şandin dadgehê.
Ji bo 44 kesan daxwaza girtinê û ji bo 9 kesan jî daxwaza kontrola edlî hat kirin.
Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Darizandina kesên din berdewam dike.
Daxuyaniya Wezîrê Dadê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek 19ê Tebaxê di peyamekê de ragihand ku li 6 parêzgehan operasyon ji bo 49 navnîşanan hat kirin.
Akin Gurlek anî ziman ku ji bo 32 gumanbaran kar û barên dadî hatine destpêkirin.
Gurlek diyar kir ku 349 hesabên torên civakî hatine astengkirin û li ser 5 şirketan jî qeyûm hatine danîn.
Alparslan Kuytul kî ye?
Alparslan Kuytul sala 1965an li Adanayê ji dayîk bûye.
Lîsansa xwe di beşa Endezyariya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Çukurovayê de qedandiye.
Ew pişt re çûye Misirê û di navbera salên 1993-1997an de di beşa Hiqûqa Îslamê ya Zanîngeha El-Ezherê de xwendiye.
Kuytul sala 1988an Pirtûkxaneya Kardeşlerê û sala 1994an jî Weqfa Perwerde û Xizmetê ya Furkanê damezirand.
Alparslan Kuytul meha Gulanêa 2022yan di çarçoveya lêpirsîna li ser revandina karsaz Koray Sarisaçli de hatibû girtin û meha Hezîrana 2023yan hatibû berdan.



