Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê hişyariyeke tund da Amerîka û welatên herêmê.
Wî ragihand ku heta Amerîka venegere ser sozên xwe, Tengava Hurmizê dê bi girtî bimîne.
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Muhsîn Rezayî got, “Heke Washington şerê aboriyê bidomîne, em dê nehêlin dilopek petrol ji Kendavê were hinartin.”
Muhsîn Rezayî di hevpeyvîneke televîzyonî de li ser pêşhatên siyasî û leşkerî yên dawî yên li herêmê axivî.
Muhsîn Rezayî pesnê rola Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî da û got:
“Cihê şikurê ye ku Xwedê rêberekî wekî rêberê me yê şehîd daye me.
Tevî ku malbata wî miribû û di nav xemeke mezin de bû, wî bi hêzeke mezin Îran bi rê ve bir û li hemberî şer parast.
Bi wêrekiyeke mezin di qada dîplomasî û şer de amade bû û bi serbilindî jê derket.”
Hişyarî ji bo Amerîka û welatên herêmê
Muhsîn Rezayî li ser îhtimala zêdekirina hêzên Amerîkayê ya li herêmê peyamek da û anî ziman:
“Em ji Amerîkayê re dibêjin ku hêzên zêde neşîne herêmê, çimkî heke hêzên xwe zêde bikin em dê li wan bixin.
Heke li gel mixalefetê civînekê bikin, em dê li wî cihî bixin. Ji destê Trump û Netanyahu tiştek nayê.”
Rezayî hişyarî da welatên cîran jî û got:
“Em ji hemû welatên derdorê re dibêjin, nebin parçeyek ji şerê aboriyê yê li dijî Îranê.
Kî beşdar bibe em dê wekî dijmin lê binêrin.
Em dê ewil li gel wan dan û standinan bikin lê heke berdewam bikin ew dê bibin armanca me.”
Tengava Hurmizê û hinartina petrolê
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê tekez kir ku “Tengava Hurmizê dê bi girtî bimîne û heta Amerîka tevgerên xwe sererast neke, nayê vekirin.”
Wî her wiha da zanîn ku zêdetirî ji sedî 50yê beravên Kendavê yên Îranê ne û ew bi rê ve dibin.
Rezayî gefa rawestandina hinartina petrolê xwar û da zanîn:
“Heke Amerîka şerê aboriyê bidomîne, dilopek petrol ji Kendavê dernakeve; ne ji Tengava Hurmizê û ne jî bi rêyeke din.
Niha me Tengava Hurmizê girtiye û hîn karê me bi petrola Kendavê nîne lê heke êrişkariya wan berdewam bike, em dê gavên din biavêjin.”
Rezayî eşkere kir ku wan heta niha tenê baregehên leşkerî yên Amerîkayê kirine armanc û da zanîn:
“Me heta niha êrişî ti berjewendiyên aboriyê yên Amerîkayê nekiriye lê ma berjewendiyên aboriyê yên Amerîkayê li cem me kêm in?
Em hêvî dikin ku Amerîkî dawî li êrişkariya xwe bînin da ku em negihêjin qonaxa din.”
“1200 tanker”
Muhsîn Rezayî îdia kir ku planên Amerîkayê yên li dijî welatê wî bi bin ketine û got:
“Amerîkiyan digot qey ku dikarin di nav çend rojan de şerê li gel Îranê bi dawî bikin û dest deynin ser hemû petrol û gaza Îran û herêmê.”
Rezayî li ser bandora vê rewşê ya li ser sektora enerjî û veguhastina deryayî ya cîhanê, amarên nû dan û got:
“Ji ber vê rewşê, niha nêzîkî 1200 tanker bêkêr mane.
Her wiha nêzîkî ji sedî 15ê hemû keştiyên bazirganiyê yên cîhanê ji pêvajoya bazirganî û dan û standinê derketine.”
Rezayî tekez kir ku ev rewş bûye sedem ku lêçûna veguhastin û lojîstîka tankeran li seranserî cîhanê bi awayekî berbiçav zêde bibe.
“Me rûmeta F-35an şikand”
Muhsîn Rezayî behsa şiyana leşkerî ya Îranê kir û da zanîn:
“Cîhanê dît ku derbaskirina êrişa Amerîkayê çi qasî girîng bû.
Rûmeta balafirên F-35 ên Amerîkayê li Îranê şikest û niha welatên Ereban baweriya wan bi çekên Amerîkayê nemaye.”
Wî berpirsê Îranî anî zimên ku Trump wiha kiriye ku welatên cîhanê bêhtir bixwazin bigihêjin bombeya atomê, çimkî wan dît ku endamtiya di Ajansa Enerjiya Atomê û NPTyê de rê li ber êrişa Amerîkayê nagire.
Stratejiya nû ya şer û dîplomasiyê
Muhsîn Rezayî eşkere kir ku Îran mijûlî amadekirina “belgeya ewlehiya aborî” ye û dixwaze sektora taybet bêyî tirs bixebite û got:
“Şerê paşerojê dê ji şerê sêyem ê sepandî cudatir be.
Em dê di awayê birêvebirina şer de guherînan bikin.”
Rezayî da zanîn ku piştî çendîn xulên dan û standinan û “pêbendnebûna” Amerîkiyan bi sozên xwe, “pêwîst e di şêwazê miamaleya dîplomatîk a Îranê ya li gel cîhanê de guherîn werin kirin.
Em dîplomasiyê wekî qada têkoşînê dibînin û divê tevgerên dîplomatîk ên Îranê yên li gel cîhanê werin sererastkirin.”



