Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya operasyona li dijî Weqfa Furkanê ya li Edeneyê de 56 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Piştî ku kar û barên wan ên îfadeyê qediyan, ew şandin dadgehê.
Di nav van kesan de damezirênerê weqfê Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul jî hene.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê çend rojên borî bi navenda Edeneyê li 6 parêzgehan li dijî Weqfa Furkanê operasyoneke berfireh li dar xist.
Di operasyonê de, damezirênerê weqfê Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Roja şemiyê Alparslan Kuytul û hevjîna wî li gel 54 gumanbarên din piştî bidawîbûna kar û barên îfadeyê şandin Dadgeha Edeneyê.
Qeyûm hatin tayînkirin
Ew kesên ku di çarçoveya operasyona Weqfa Furkanê de hatine desteserkirin bi gelek sûcên giran tên tometbarkirin.
Sûcên wekî "avakirin û birêvebirina rêxistina sûc", "endamtiya rêxistinê", "spîkirina mal û milkên ji sûcan hatine bidestxistin", "sextekarî", "sextekariya di belgeyên fermî de" û "binpêkirina yasaya bacê" li ser wan hene.
Di çarçoveya lêpirsînê de, dadgehê ji bo 5 şirketên weqfê biryara qeyûman da û qeyûm dê îdareya wan şirketan bike.
Her wiha li ser 349 hesabên medyaya civakî yên weqfê û endamên wê biryara qedexeyê hat dayîn.
Polîsan li navenda weqfê ya li taxa Abîdînpaşayê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê lêgerîn kir.
Di lêgerînê de derket holê ku hinek kompîtur û hard dîsk hatine revandin.
Her wiha hundirê hinek kompîturan bi temamî hatiye valakirin da ku delîl û belgeyên rêxistinî nekevin destê dewletê.
Di lêpirsînê de hat îdiakirin ku hinek kesên di operasyonê de hatine desteserkirin di nav toreke pêwendiyan de ne.
Hat îdiakirin ku ev tor bi wan kesên ku di dosyeyên Cemaeta Gulen de hatine darizandin re pêwendîdar e.
Weqfa Furkanê yek ji weqfên dînî û perwerdeyê yên Tirkiyeyê ye û li Bakurê Kurdistanê jî çalak e.
Damezirênerê weqfê Alparslan Kuytul ji ber gotinên xwe yên li dijî desthilatê, beriya niha jî bi hincetên cuda hatibû girtin.



