Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Paşerojê ya ku di 12ê Kanûna Pêşîn a 2019an de hatibû damezirandin, di kongreya xwe ya awarte de biryara feshkirina xwe da.
Di kongreyê de bi dengên delegeyan biryar hat dayîn ku kesayetiya hiqûqî ya partiyê bi dawî bibe û xebatên wê yên siyasî werin rawestandin.
Bi vî awayî, piştî nêzîkî 7 salan ji xebatên siyasî, jiyana siyasî ya Partiya Paşerojê bi fermî bi dawî bû.
Di daxuyaniya Partiya Paşerojê de hat diyarkirin ku wan "di 29ê Tîrmeha 2026an de di bin serokatiya Ahmet Davutoglu de biryara vekişîna ji siyasetê daye da ku nebin parçeyek ji dîmenê siyasî yê qirêj ê li Tirkiyeyê."
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Di kongreya xwe ya feshkirinê de ku îro 22yê Tebaxa 2026an bi rê ve çû, bi beşdariya delegeyan me biryara feshkirina partiyê bi fermî qebûl kir."
Partiyê di dawiyê de spasiya Serokê Giştî Ahmet Davutoglu, hemû rêheval, delege, alîgir û dilxwazên xwe kir.



