Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişa Îsraîlê ya li ser Baregeha Asmanî ya Ebû Zuhurê ya Sûriyeyê da û ev êriş şermezar kir.
Wezaretê diyar kir ku ew êriş serwerî û yekparçeyiya axa wî welatî bin pê dike û eşkere kir ku “di dema êrişê de ti şandeya leşkerî ya Tirk li wê baregeha asmanî nebûye.”
“Êriş li dijî aramiya Sûriyeyê ye”
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser êrişa Îsraîlê ya li ser Baregeha Asmanî ya Ebû Zuhurê ya li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê êrişa Îsraîlê wekî kiryareke wiha nirxand ku “armanca wê zerergihandina aramî, ewlehî, yekîtî û jêrxaneya Sûriyeyê ye.”
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin: “Em di her derfetê de dibêjin dikin ku êrişên serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bin pê dikin, bi ti awayî nayên qebûlkirin.”
“Leşkerên me li wê derê nebûn”
Wezaretê her wiha bersiv da wan angaştên ku digot di dema êrişê de li herêmê leşkerên Tirk hebûne û got:
“Em radigihînin ku berî êrişa Îsraîlê ya ser baregeha asmanî ya Ebû Zuhurê ya li Sûriyeyê yan jî di dema êrişê de, li baregehê ti şanda leşkerî ya Tirk nebûye.”
Banga li Îsraîlê
Wezaretê bangî Îsraîlê kir ku dawî li êrişên xwe bîne û diyar kir ku “ji bo aramî û aramiya hem Sûriyeyê hem jî ya herêmê, pêbendbûna bi hiqûqa navneteweyî pêwîstiyek e.”
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de got:
"Em dê di çarçoveya prensîba 'artêşeke yekgirtî' de, piştevaniya xwe ya ji bo xebatên avakirina jêrxan û kapasîteya leşkerî ya Sûriyeyê bidomînin."
Çi bûbû?
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê 18ê Tebaxê ragihandibû ku artêşa Îsraîlê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li Îdlibê kiriye û ev êriş şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ev êriş “binpêkirineke eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa welêt e.”



