Hewlêr (Rûdaw) - Rojekê piştî êrişa asmanî ya Îsraîlê ya li Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li Sûriyeyê, Eyal Zamir çû serdana hêzên welatê xwe yên li herêmên başûrê Sûriyeyê.
Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir hişyariyeke tund da Şamê û wan hêzên ku dixwazin li ser sînorên Îsraîlê bi cih bibin.
Eyal Zamir di dema civîna bi efserên bilind ên artêşê re de ragihand:
"Em çavdêriya guherînên li nav Sûriyeyê dikin û li gorî pêwîstiyê em xwe amade dikin.
Em destûrê nadin ku hêzên dijminan li ser sînorên me pêgeha xwe bi cih bikin."
Sererkanê Artêşa Îsraîlê amaje pê kir ku artêşa wan dizane dê çawa û kengî hêzê bi kar bîne da ku rê li ber gefên leşkerî yan "terorîstî" yên li ser sînorên xwe bigire.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, hikûmeta nû ya Sûriyeyê tohmetbar kir ku ew peymana ewlehiyê ya di navbera wan de bin pê dike.
Li gorî Îsraîlê, Sûriyeyê destûr daye ku hêzên Tirkiyeyê li baregeheke asmanî ya li nêzîkî Helebê bi cih bibin û ew vê yekê wekî "gefeke rasterast" a li ser ewlehiya Îsraîlê dibînin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê, 18ê Tebaxê balafirên şer ên Îsraîlê 8 mûşek avêtine Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li parêzgeha Îdlibê.
Di êrişê de pîsta balafirgehê hatiye armanckirin.
Li gorî agahiyên Îsraîlê, şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê bi armanca nûjenkirinê çûbû wê derê.
Xizmeta aramiyê nake
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ev êriş wekî "destdirêjiyeke bêhincet" pênase kir.
Wezaretê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku sînorekî ji bo "binpêkirinên Îsraîlê" deyne.
Amerîkaya ku bi rêya Nûnerê xwe yê Taybet Tom Barrack çavdêriya rewşê dike, ragihand:
"Ev zêdekirineke nepêwîst a aloziyan e û xizmeta aramiyê nake."
Washington di wê baweriyê de ye ku helwesta hikûmeta Ehmed Şer ne şerxwaz e û baştir e ku serî li çareseriya dîplomatîk were dayîn.
Armanc herêmeke bêçek e
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an, hêzên Îsraîlê ji herêma Golanê zêdetir ketin nav kûrahiya axa Sûriyeyê.
Berpirsên Îsraîlê eşkere dibêjin ku ew dixwazin "herêmeke ewle ya bêçek" ava bikin.
Wan diyar kiriye ku heta ev yek pêk neyê, ew dê ji wan herêmên ku ji sala 2024an ve kontrol kirine venekişin.



.webp&w=3840&q=75)