Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ji bo sepandina serweriya welatê xwe nexşeyek belav kir ku tê de Tengava Hurmizê wekî "herêmeke nû ya Amerîkayê" nîşan dide.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê nexşeyek belav kir.
Trump di nexşeyê de Tengava Hurmizê wekî "herêmeke nû ya Amerîkayê" bi nav kir.
Ev gav wekî nîşaneyek ji bo bicihanîna gefên wî yên li ser sepandina serweriya Amerîkayê ya li ser wê tengava stratejîk tê dîtin.
Ev gava Trump di demekê de ye ku Îranê wekî bersivek ji bo wî şerê ku Amerîka û Îsraîlê dawiya Sibata îsal li dijî Tehranê dest pê kiribû, Tengava Hurmizê girtiye.
Petrola cîhanê di wê tengavê re derbas bibe.
Trump cara ewil roja înê ramana kontrolkirina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Amerîkayê ve anîbû zimên.
Wî bi şêwazekî henekî gotibû, "Em dê di demeke nêzîk de wê wekî herêmeke Amerîkayê nas bikin."
Vê daxuyaniyê karvedana Tehranê li pey xwe anî û Îranê ragihand ku "tengav dê wekî ya Îranê bimîne."
Trump roja duşemê li Koşka Spî dîsa li ser ramana xwe sekinî û ew wekî karekî "baş" bi nav kir.
Greenland, Kanada û Xeze
Ev ne cara ewil e ku Trump gefa destdanîna ser axên welatên din dike.
Ji dema ku sala 2025an vegeriya ser desthilatê, Trump çend caran gef xwariye ku ew dê Kanadayê bike eyaleta 51ê ya Amerîkayê, dest deyne ser Greenlandê û heta behsa kontrolkirina Xezeyê jî kiriye lê wî heta niha ti ji van gefan bi cih neanîne.
Beriya ku 28ê Sibatê şerê li Îranê dest pê bike, Tengava Hurmizê rêyeke avê ya navneteweyî ya vekirî bû.
Niha Tehran dibêje heta ku Washington daxwazên wan bi cih neyîne ew tengavê venakin.
Mercên Îranê yên ji bo vekirina tengavê ev in:
· Bidawîanîna dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê.
· Rakirina cezayên li ser sektora petrolê.
· Azadkirina pereyên Îranê yên ku hatine blokkirin.
· Dayîna tezmînata zererên şer.


.webp&w=3840&q=75)
